Hêza midûr a 'ji asîmanan avê bibarîne tuneye!' 2016-11-14 09:04:34 DÎLOK- Rêvebera ÎHD'ê ya Dîlokê Ayşe Erkabalci diyar kir ku li Girtîgena Tîpa L a Dîlokê zêdetirî 20 girtiyên nexweş nayên dermankirin û dema ku pirsgirêkên binpêkirinên mafan, îşkence û avê ji midûrê girtîgehê re ragihandine midûr ev yek nederewandiye û bi gotina "ji hêza me ya asîmanan avê bibarînin tuneye, dema ku tê didin" henekê xwe bi wan kiriye. BINPÊKIRINÊN MAFAN DERKETIYE ASTA HERÎ JOR Erkabalci anî ziman ku roja ku girtîgeh hatiye vekirin heta niha pirsgirêk hene û hemû girtiyên li vir bi sirgunê hatine. Erkabalci diyar kir ku ji lêgerîna tazî, heta astengkirina faliyetên civakî gelek binpêkirinên mafan hene û ev agahî da: "Ferzkirina lêgerîna tazî, astengkirina mafên civakî û nedana ava vexwarinê gelek pêkanîn hene." 'MIDÛR NEDEREWAND' Erkabalci got ku di warê pirsgirêkên girtiyên nexweş de jî binpêkirinên mafan pir in û nêzîkatiya îdareya girtîgehê di vî mijarê de sûc e. Erkabalci bilêv kir ku li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi tevahî 905 girtiyên nexweş hene ji wan jî 323 girtiyên nexweşiya wan giran in, li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê jî zêdetirî 20 girtiyên nexweş hene. Erkalaci da zanîn ku gelek kesan der barê rewşa girtiyên nexweş de serî li wan dane li ser vê bi îdareya girtîgehê re hevdîtin pêk anîne û pirsgirêk ragihandine û wiha got: "Midûr pirsgirêk nederewand. Got ku hemû pêkanîn bi hinceta ewlehiyê hatine kirin. Bi taybetî dema ku me pirsgirêka avê ragihand gotina 'hêza me ya ji asîmanan avê bibarînin tuneye, dema ku hebe didin' wekî henekê xwe kir bersiv da. Der barê îdiayên îşkenceyê de jî bêdeng ma û bersiva 'jixwe we serlêdana sûc kiriye tişta pêwîst dê bê kirin' da me."