Dibe ku bîra dîrokî ya Fîskayayê birûxe 2017-01-03 09:52:52 AMED - Taxa Fîskayayê ya ji aliyê kesên piştî şewitandina gundan koçî wê kirin û hat avakirin, li gel daneheviya xwe yî polîtîk, bi dewlemendiya xwe yî çandî û piştevaniyê jî derdikeve pêş. Niştecihên taxê yên li biniya sûran û xwedî dîmena Çemê Dîcleyê ne, van rojan bi fikare ne ku di bin navê "îstîmlaqkirinê" de malên wan bên rûxandin. Li Amedê, niştecihên Taxa Fîskayayê ya li navbera sûran û Çemê Dîcleyê cih digire, van rojan bi fikare ne ku di bin navê "îstîmlaqkirinê" de malên wan bên rûxandin. Taxa ku yek ji taxên herî kevin ên bajêr e, heta niha li dijî "bajarvaniyê" hem bîra xwe yî dîrokiyî parastiye û hem jî bi xwe re çandek aniye. MÎNAKA JIYANEKE BI HEV RE Fîskaya, li Amedê yek ji wan cihên cîwarbûnê yê herî kevn e û xwedî bîreke dîrokî ye. Piştî salên 90'î ji aliyê dewletê ve gind tên şewitandin, di serî yên Licê, gelek kes ji gundên navçeyan koçî vir dikin. Her wiha di 2014'an de piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobaniyê, hin kurdên ji wir hatin jî, fîskayayiyan hembêza xwe li wan vekir û cih dan wan. LI BER SIHA 'EWLEHIYÊ' PERWERDEHÎ Li taxê nêzî 800 mal hene û hema bêje hemû mal hevdu nas dikin. Niştecihên taxê yên bi salan e li gel hev dijîn, di demên dawî de şik û gumanek li wan peyda bûye. Ji roja pevçûnên li Sûrê heta niha, li Fîskayayê tevdîrên zêde tên girtin. Di demên dawî de li têketin û derketina taxê, noqteyên polîsan tên avakirin. Wesayîtên zirxî dem bi dem li nav kuçeyan bi awayekî dewriyeyî digerin û her wiha li Dibistana Seretayî ya Cahît Sitki Taranciyê jî, biroj notirvan bi şev jî tîmên taybet lê disekinin. NAXWAZIN DI APARTMANAN DE BIJÎN Ji zûv de ye, tê axaftin ku wê tax di bin navê "veguherîna bajêr" bê rûxandin. Van rojan jî li texma Keleha Hundurîn yê çend ji taxê hinekî wirdetir mala hatin rûxandin. Toza avahiyên hatin rûxandin, bi ser Fîskayayê de hat. Di vî warî de heta niha tu teblîxat nehatine şandin, lê niştecihên taxê bi fikare ne ku dê malên wan, bîra dîrokî û civakî ya taxê winda bibe. Li taxa têkiliyên cînartiyê, piştevanî û hestiyarî lê heye, niştecihên wê dibêjin ew ê nikaribin di apartmanan de bijîn.