Jinên Êlihî: Çareserî di azadiya Ocalan de ye 2017-01-03 09:53:37 ÊLIH - Jinên êlihî yên li dijî şert û mercên girtîgehê yên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan derketin, banga muzakeriyê kirin û wiha dest nîşan kirin: "Ji bo êdî pitika di qimatkê de ya tu kesî bê xwedî nemîne, divê demildest hevdîtin bi Ocalan re pêk bên. Çareserî di azadiya Ocaln û yekîtiya kurda de ye." Jinên êlihî, ji bo başkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û ji bo dubare nêvengeke aştiyê bê tesîskirin, banga vekirina deriyên Îmraliyê kirin. ‘EM DEST BIDIN HEVDU Û VÊ XWÎNÊ RAWESTÎNIN' Sûltan Azboy (57) anî ziman ku, tekane daxwaza wan aştî ye û wiha got: "Em dixwazin dubare hevdîtin bi Ocalan re bên kirin. Ocalan tenê aştiyê dixwaze û naxwaze êdî mirov bimirin, dayik bigirîn. Em jî naxwazin tu dayik bigirîn. Em bang li dayikên leşker û polîsan dikin, werin em dest bidin destê hevdu û vê xwînê rawestînin. Bila ciwanên me êdî nemirin, aştî were. Wê heta kengî wiha ciwan bimirin? Êdî bes." ‘EM ÊDÎ DIXWAZIN RIHET RAKEVIN' Muhsîne Kina (54) a got, “Êdî bila pitika di qimatkê ya tu kesî bê xwedî nemîne" wiha axivî: "Bila dayik û bav li ser gorên zarokên xwe negirîn û canê wan neêşe. Bile ne sivîl, ne leşker, ne gerîlla, ne jî polîs bimirin. Em dixwazin li vî welatî aştî pêk bê. Dema me serê xwe danî ser balîfê, em dixwazin bêjin wa li welatê me aştî heye û bi rihetî rakevin. Em dixwazin ev sala nû, bibe sala herî xweşik, bila nebe wek sala çûyîn, nebe sala êş û kederê." Kamîle Şîmşek (60) jî anî ziman ku, divê dubare hevdîtin bi Ocalan re pêk bên. Şîmşek dest nîşan kir ku, dê ev ji bo aştiyê tiştekî bivênevê be û wiha axivî: "Em dixwazin ji bo Ocalan aştî pêk bê. Em dixwazin biçin cem Ocalan û agahiyeke xweş bînin. Kes der barê Ocalan de naaxive, naçe cem wî. Ne dihêlin malbata wî ne jî tu kes biçe cem wî û destûrê nadin der barê rewşa wî de agahiyan wergirin. Ocalan aştiyê dixwaze. Eger biçûnan cem Ocalan biaxifiyanan wê niha cîhan û welatê me di rewşeke xweştir de bûna. Heta niha wê aştî hatibûna cîhanê û wê ne kurd û ne jî tirk rastî komkujiyan bihatanan. Em azadiya Ocalan dixwazin. Bila deriyên girava Îmraliyê vebin. Ji bo yên di girtîgehê de jî em aştî û efûyê dixwazin." ‘DEMA BI OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK ANÎN HÊVIYA ME ZÊDE BÛBÛ' Melahat Sarihan got, dema bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn, li maseyê rûniştin ew zaf bihêvî û kêfxweş bûbûn û wiha bertek nîşan da: "Li dilê me hêviya aştiyê hêşîn bûbû û me digot wê tu kes nemire. Niha çi bû ku dîsa komkujî pêk tên? Çima pêvajoya aştiyê tarûmar kirin? Fêdeya vî şerî li kê heye?" ‘FÊDEYA VÎ ŞERÎ LI KÊ HEYE?' Nûran Seçkîn (55) a got, “Îro me ji Ocalan, ji parlementerên me, hevşaredarên me, ji çapemeniya me veqetandin" wiha pirsî: "Eger îro tenê dengê min were bin, wê tu kes ji min fêm neke. Bila dengê me jî bibihîsin. Zarokên me jî, xurûra me jî, mafên me jî hene. Leşker, polîs û gerîlla jî zarokên me ne. Em naxwazin yek ji wan jî bimire. Heke ev şer biqediyana, wê li Roboskiyê, Amedê teqîn pêk nehatanan. Fêdeya vî şerî li kê heye?" ‘BI YEKÎTIYA KURDAN DÊ DAWÎ LI VÎ ŞERÎ BÊ' Seçkîn got, ji ber wan dawa aştiyê kiriye doz li wan hatiye vekirin û wiha anî ziman: "Em ê niha çi bikin, em ê biçin cem kê. Berpirsiyarê vî şerî û vê komkujiyê hûn in. Ji bo aştî pêk bê, em azadiya Ocalan dixwazin. Divê em hemû kurd dest bidin hevdu û bi hev re dawî li vî şerî bînin. Li vir banga yekîtiyê li hemû kurdên cîhanê dikim. Werin em bibin yek." ‘DEMA EM DEST BIDIN HEVDU WÊ AŞTÎ Û ÇARESERÎ BÊ' Elîf Tûlûktemûr (46) diyar kir ku, ew hêvî dikin vê sala nû bibe sala aştî û azadiyê û wiha axivî: "Heta yekîtiya kurdan pêk neyê û kurd dest nedin hevdu wê tu çareserî pêk neyê. Dema me dest da hevu û em bûn yek, wê her tişt xweşiktir bibe. Li gel ewqas ciwanên me yî mirî, çima hîn jî em nabin yek û dest nadin destê hev. Dema me dest da hevdu wê aştî û çareserî bê."