Li Rêyên Reqayê deng û rengvedana QSD'ê 2017-01-03 09:54:47 REQA- Li rêyên Reqayê yên bi mudaxileya QSD'ê hatin vekirin, dar tên çikandin. Reqayî wiha dibêjin: "QSD hat. Li me û jiyana me reng tên vedan. Niha jî em hawirdora xwe rengîn dikin. Em li seranserê xeta hatiye rizgarkirin daran biçikînin." Bi operasyona "Xezeba Firatê", Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) rêyên Reqayê vekir û niha reqayiyên hatine rizgarkirin jî, heman rêyan dixemilînin. Welatiyên der du aliyên rêyan bi darên diçikînin dixemilînin wiha gotin: "Bajarên me azad bûn. Niha em jî wan xweşik dikin. Dikin warê jiyanê." JIYANA JI NÛ VE Ji gudniyên Gundê El Xefiyê Mistefa El Mihemed yê li keviyên rê darên bî û zeytûnan diçikîne anî ziman ku, ew li seranserê rêya hatiye rizgarkirin daran biçikînin û ew ji nî ve jiyanê ava dikin. Mihemed got, piştî ew ji DAIŞ'ê rizgar bûn ji nû ve jiyanê hembêz kirine û wiha axivî: "QSD ji bo me bigihîne hev şer dike. Em jî berê çawa bi hev re dijiyan, niha jî em hemû gel ji bo bi hev re bijîn tevdigerin. Ji dîrokê ve, em hemû gel bi hev re dijiyan." Mihemed anî ziman ku, ew cîhaneke ji DAIŞ'ê xalî bi daran bixemilînin û wiha got: "Di dema DAIŞ'ê de ne çikandina daran, me nikaribû çandiniyê jî bike. Hemû zevî di bin venêrîna wan de bûn. Destûr nedidan. Av jî nedidan me. Ji bêavîtiyê hem dar hem jî mirovatî miribû. Lê niha wek tê dîtin jiyan ji nû ve hêşîn dibe." REMZA AZADIYÊ Abdûllah Mihemed Elî jî got, di dema DAIŞ'ê destûra kirina tiştekî wiha nedihat dayîn, ji yên dikirin jî pere dihatin wergirtin, yên nedanan jî dihatin cezakirin û wan niakribû karê çandiniyê jî bike. Elî ragihand ku, li gor her hejmara heywanan pere ji wan dihat stendin û diyar kir ku, QSD dawî li van pêkanîna aniye û wiha got: "Ev xak ji ber wan şorax bûn. Niha QSD hat. Li me û jiyana me reng tên vedan. Niha jî em hawirdora xwe rengîn dikin. Em li seranserê xeta hatiye rizgarkirin daran biçikînin Em ê vê li gundên din jî bikin. Wê ev bibe remza azadiya me."