ÎHD: Girtîgeh kirin malên mirinê 2017-01-03 09:57:49 ÎZMÎR - Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çîçek der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê de agahiyên girîng parvekirin. Çîçek, anî ziman ku bi îlana OHAL'ê re girtîgeh bûne malên mirinê û wiha got: "Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş li ber mirinê ne. Lê mixabin hemû cemawerî û dewlet temaşe dikin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê têkildarî zextên li ser girtiyan ên herêma Egeyê rapor amade kir. Li gorî raporê mafê girtiyan ê ragihandinê, tenduristiyê, starê ji destê wan hatiye girtin. Dîsa girtî rastî lêdan, muameleya xerab û tindiya dijwar tên. Li girtîgehên Kiriklar, Şakran, Manisa, Odemiş, Soke Gullubahçe û Menemenê li gorî dane û çavdêriyan piştî darbeya 15'ê tîrmehê girtî sewqî girtîgehên din tên kirin. Dema tên sewqkirin rastî lêdanê tên. Mafê girtiyan ê hevdîtina vekirî ji saetekê daxistine 40 deqîyeyan. Mafê girtiyan ê telefonê ji 10 deqîqeyan kêmtir kirine û di bin qeydan de hevditin dikin. GIRTIYÊN NEXWEŞ TEVÎ KELEPÇE TÊN TEDAWÎKIRIN Li gorî rapora ÎHD'ê girtiyên nexweş tevî kelepçe tên dermankirin. Li girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyê destê wan ji pişt ve kelepçe dikin. Girtiyên vê yekê qebûl nakin jî rastî lêdanê tên. Girtiyên dixwazin dema muayinê destê wan vekin jî, destûr nadin ku muayine bibin û dîsa wan li rîngê dikin û tevê kelepçeyan derp dikin. Di demên dawî de hevdîtinên bi malbatan re tê astengkirin. RAPORA DERBÊ ENCAM NEGIRT Li gorî raporê ji Girtîgeha Kiriklarê 55 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê kirine. 15 girtiyên di destpêkê de birine hem di rîngê de hem jî dema birine girtîgehê ji aliyê komek gardiyanên hêzên taybet ve rastî lêdan û tundiyê hatine. Girtiyê nexweşê hemoroit Adbulkahar Aksoy nikare dermanê xwe bigire û nayê dermankirin. GIRTIYÊN MANÎSA RASTÎ LÊDANA LEŞKER Û GARDIYANAN HATIN Li gorî raprê li Girtîgeha Tîpa T a Manisa di jimartinê de ji girtiyan dixwazin têkevin rêzê û bi kelepçeyan biçin nexweşxaneyan derman bibin. Girtiyên ku 4 meh berê ji bo van pêkanînan şermezar bikin ketin grevê, rastî lêdan û îşkenceyê hatin. Şaxa ÎHD'ê têkildarî vê yekê serî li Komara Îzmirê dan, cevapta Lê dozger bi gotina “Kes dikare serlêdan bike. Komele nikare serî lê bide û mafê serlêdanê red kir. GIRTIYÊ 2 DESTÊ WÎ TUNE DI HUCREYÊ DE TÊ GIRTIN Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê jî Ergîn Aktaş ê 2 destê wî tune û bi nexweşiya Koa ye nayê dermankirin û bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. ZEXTÊN LI SER GIRTIYÊN JIN ZÊDE BÛNE Li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê, zextên li ser girtiyên jin zêde bûne. Jin rastî zextên dijwar tên. Mamaya zarokan nadin zarokên girtî yên li gel dayikên xwe dimînin. Li Girtîgeha Tîpa T a Soke jî girtiyan dernaxin hevdîtina parêzeran û destûr nadin parêzer wan ziyaret bike. Mafê wan ê nameyan tê astengkirin. ZEXT ZÊDE BÛN Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çîçek der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê de agahiyên girîng parvekirin. Çîçek, anî ziman ku bi îlana OHAL'ê re girtîgeh bûne malên mirinê û wiha got: "Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş li ber mirinê ne. Lê mixabin hemû cemawerî û dewlet temaşe dikin. Çiçek, anî ziman ku rayedarên girtîgehê ji bo her tiştî girtekan amade dikin û cezayê hucreyê li wan dibirin. Çiçek, da zanîn ku mafê parastinê ji destê girtiyan hatiye girtin û wiha got: "Girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyê destê wan li pişt wan kelepçe dikin. Girtiyên vê yekê qebûl nakin jî wan derman nakin û rastî tundiyê tên. Girtîgeh bûne malên mirinê. Bi sedan girtiyên nexweş di sinorê mirinê de ne. Lê mixabin her kes li hemberî vê yekê bêdeng e û temaşe dikin.