50 sal in bi heman meqes û gustîlê dirûnê dike 2017-01-03 09:02:28 DÎLOK - Terziyê 60 salî Necmetîn Çelîk 50 salin bi heman meqes û gustîla karê terzîtiyê dike. Çelîk diyar kir ku eger rojekê dest ji terzîtiyê berde jî dê dest ji meqes û gustîlê bernede. Terziyê 60 salî Necmetîn Çelîk ji gundê Hamur Kesen ê girêdayî navçeya Şahînbey a Dîlokê ye. Malbata Çelîk beriya Necmetîn ji dayîk bibe li navçeya Şehîdkamîlê bicih bûn. Necmetîn piştî ji dayik bû di 10 saliya xwe de dest bi karê terzîtiyê kir. 50 salin terzî ye. Terzi Necmetîn piştî bû tersî heta iro heman meqes û gustîla terzîyê bikar tîne. Terzî Necmetîn piştî dest bi karê terzîtiyê kir di sala 1981’an de di fabrîkayê de dest bi dirûnê kir. Heta 2003’an di fabrîkayê de terzîtî kir. Di 2004’an de teqawît bû. Lê ligel teqawît bû dest ji karê tirûn û fesalê berneda û niha li taxa Selîmiyê ya Cinderesiya Şehîdkamil dikanek vekir. Niha bêtir li ser daxwaz û prarîşan şalwar, etek û cilên welatiyên taxê çêdike. Terzî Necmetîn li ser karê xwe û jiyana xwe axivî û wiha got: “Rojekê bavê min ji min re pantorek kirî. Lê kêfa min jêre nehat. Ez di rêde diçûm min zilamek zengîn dît ku li ser kursiyekî runiştibû. Pantorê wî utîkirî bû û qundira di piyê wî debû. Min jî dixwest pantorê min wek yê wî be. Ez jî çûm cem zilam. Fêr bûm ku terzî ye. Kêfa min ji karê wî re hat û min li cem wi dest bi kar kir. Ez bûm çiraxê wî û ew bû ostayê min. Ji ber drutinê pantorê min hertim wek utukirî dixweya. 4 salan ez fêrî dirûn û fesalê bûm û bûm terzî. ‘DEST JI KAR BERDIdIM LÊ DEST JI MEQES Û GUSTÎLA BERNADIM' Necmetîn piştî dest bi kar dike ustayê wî destpêkê gustîla terzîtiyê dixe tiliya wî ew gustîl 2-3 mehan di tiliya wî de dimîne. Ji wê rojê heya niha gustîla Necmetîn li cem wiye. Piştî wê jî meqesê dikire. Terzî Necmetîn anî ziman ku 50 salin heman meqes û gustilê bikar tîne û rojekê dest ji kar berde ji dest ji van gustîl û meqesê bernade û dê veşêre. Necmetîn diyar kir ku piştî derketina fabrîqeyan êdî tu nirxê terzîtiyê û keda destan nemaye. Terzî Necmetîn, destnîşan kir ku destpêkê karê wan pir baş bû lê îro nebaş e û wiha got: “Ez û hevsera xwe terzî ne. Lê niha kar tune û debara xwe nakim. Lewma min zarokên xwe ferî vî karî nekir. Hinek deynê min heye ez deynê xwe razînim ezê dikana xwe bigirim.”