Polîsan bi ser Şaredariya Şaxê de girtin: Hevşaredar Bartu hat binçavkirin 2017-01-03 10:52:48 WAN - Polîsan serê sibehê bi ser Şaredariya Şaxê de girtin û Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu hat binçavkirin. Li navçeya Şaxê ya Wanê serê sibehê bi ser şaredariyê de girtin. Polîsan bi awayekî hemwext bi ser mala Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu ya li Wanê ye de jî girtin. Polîsan piştî ku li malê lêgerîn kirin Bartu binçavkirin. Sedema binçavkirina Bartu nehat hînbûn û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Polîsan piştî lêgerîna li avahiya şaredariyê ji win çûn û hate hînbûn ku gelek xebatkarên şaredariyê hatine hatine binçavkirin.