Navê êrîşkar diyar bû 2017-01-03 12:56:41 STENBOL - Hat aşkerakirin ku navê êrîşkarê ku li Reînayê ya Stenbolê 39 kes kuşt û 65 kes birîndar kir, “Lakhe Mashrapov” e. Navê êrîşkarê li Navenda Şahiyê Reina ya Ortakoya Stenbolê êrîş pêk anî û 39 kes kuşt, 65 kes jî birîndar kir hat aşkerekirin. Li gorî nûçeya TRT Worldê, navê êrîşakarê ku li ser nifûsa Kirgizîstanê qeytkiriye “Lakhe Mashrapov” e. Têkildarî êrîşê duh 12 kes hatibûn binçavkirin. Îro jî hevsera êrîşkar hat hat binçavkirin.