Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr dîsa hat binçavkirin 2017-01-03 15:47:12 AMED - Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr ê ku beşdarî doza parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan a girtî ye bû li ber edliyeyê hat binçavkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr ê beşdarî doza HDP'ê Nursel Aydogan a girtî ye ya li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bû piştî dozê li ber edliyeyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsên sivîl bi îdiaya "der barê wî de biryara bi zorê anîne" heye dixwazin Pîr bibin dozgeriyê. Pîr li ber edliyeyê tê rawestandin, li benda biryara dozgeriyê ne. Pîr di 4'ê mijdara 2016'an de jî hatibû binçavkirin û bi biryara qedexeya derketina derve hatibû berdan.