Şervanê YPGê yê Îngilîz di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da 2017-01-03 16:18:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyê Îngiltereyê yê bi navê Ryan Lock yê YPG'î li Rojava di dema şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Rojnameya The Guardianê diyar kir ku Ryan Lock ê beşdarî YPGê bûbû, di 21ê Kanûna 2016'an de li nêzîkî gundê Caberê beşdarî şerê rizgarkirina Reqqayê bûye û di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Ryan Lock berê ku biçe nav YPG'ê, li Îngiltereyê nanpêjî dikir. Hat diyarkirin ku Lock gava ku ji malbatê veqetiya, ji wan re got ez ji bo betlaneyê diçim Tirkiyeyê. Lê di 31'ê Tebaxê de di peyama xwe ya li ser Facebookê de got: "Ez diçim Rojava. Di mijara çûna Tirkiyeyê de min rast negot. Biborin, min ji her kesî veşart. Ez ji we hemûyan hez dikim. Ez ê di nava 6 mehan de vegerim."