Kalê 80 salî hat girtin 2017-01-03 16:43:09 SÊRT - 4 welatiyên ku di nava wan de kalê 80 salî Haci Îsa Sezek jî heye û ev 24 rojin li Midûryeta Polîsan di bin çavan de bûn hatin girtin. Li Sêrtê kalê 80 salî Haci Îsa Sezek, Hevserokê DBP’a bajar Agît Kaysî, welatiyên bi navê Bahrî Tez û Osman Koçak ku ev 24 rojin di bin çavan de ne piştî karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn derxistin dadgeha Sêrtê. Piştî karên wan ên li dadgehê bi dawî bûn bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin û 4 welatî bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. Sezek ku di bin çavan de gelek caran nexweş ket, hat diyarkirin ku pirsgirêkên cidî ên tendirûstiyê dijî.