Atolyeya Komun Kîlê di hedefa êrîşên nîjadperest de ye 2017-01-04 09:03:54 DENÎZLÎ - Atolyeya Kîlê ya Civata Çand û Hunerê ya Polenê ya bi pêşengiya komek jinên ciwan hat vekirin, rastî êrîşên komeke nîjadperest a ji aliyê rêveberiya zanîngehê, OGB û polîsan ve tê. Li Zanîngeha Pamûkkaleyê ya Denîzliyê, Atolyeya Kîlê ya Civata Çand û Hunerê ya Polenê ya bi pêşengiya komek jinên ciwan hat vekirin, di hedefa êrîşên komên nîjadperest ên ji aliyê rêveberiya zanîngehê, OGB û polîsan de ye. Atolye her hefte rojên pêncşeman saet di navbera 15.00-18.00'an de li Ay Cafeya li kampusa zanîngehê ye tê vekirin. Li atolyeyê bi her awayî xebateke kolektîf heye. Komên ji vê nerihet dibin, tim kesên beşadrî vê atolyeyê dibin tacîz dikin. ‘ATOLYE BI RUHEKÎ KOMUNÎ ÇÊBÛ' Xwendekara Zanîngeha Pamûkkaleyê Rengîn Çelîk ya di xebatên atolyeyê de cih digire diyar kir li Atolyeya Kîlê ji bo hilberînê hemû malzema bi komuna xwendekarên zanîngehê tên peyda kirin û wiha got: "Di bingeha atolyeyê de, dildariyî heye. Çelîk dest nîşan kir ku, berên ew çêdikin bi pereyan nafiroşin û wiha got: "Armanca me yî bingehîn ew e ku, di vê sazûmaniya xerîdariyî de xwendekar bi ruhekî kolektîf werin gel hev û hilberînê bikin." ‘JI DÊVLA FIROTINÊ EM BERAN WEK DIYARÎ DIDIN' Çalîk diyar kir ku, wan Atolyeya Kîlê di şexsê Polen Unlu ya di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, atfî hemû kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane kiriye û got, li zanîngehan ji ber kêmaniya fealiyetên çand û hunerî, wan tiştekî wisa kiriye. Çelîk anî ziman ku, li Atolyeya Kîlê, ew qolye, hungulîsk û xisr û zînetên din çêdikin û wiha got: "Di dema Atolyeya Kîlê de, xwendekar tê dinihêre bala wan dikêşe û rûdinê tevî me ew jî çêdike. Armanca me ew e ku, em xwendekaran daxilî pêvajoya hilberînê bikin. Em hemû xwendekaran vedixwînin hilberînê." ‘BI DERKIRINÊ ATOLYEYA ME BELAWELA KIRIN' Çelîk diyar kir ku, ew di xebatên xwe yî atolyeyê de tu fealiyetên siyasî nameşînin, tenê xebatên çand û hunerî dikin û anî ziman ku, ji ber feraseteke ku hunerê wek sosret dibîne destûra xebatên atolyeya wan nayê dayîn. Çelîk wiha axivî: "Hefta borî, Yekeya Ewleyiya Taybet (OGB) afîşa me li maseya xwe zeliqandibû wek hincet nîşan dan û êrîşî xebatên me yî atolyeyê kirin. 5 hevalên me bi awayekî giran hatin derbkirin û atolyeya me belawela kirin." Çelîk dest nîşan kir ku, rêveberiya zanîngehê, OGB û komên nîjadperset wek koalîsyonekê tevdigerin û ragihand ku, bi refaqetiya polîsan ew ji aliyê komeke nîjadperest a ji nêzî 200 kesî pêk dihat bi berzkirina dirûşmeyan, ew ji zanîngehê hatine qewirandin. ‘BI AQLEKÎ KOLEKTÎF EM BI PÊŞ VE BIÇIN' Çelîk ragihand ku, Atolyeya Kîlê xebateke rewa ye, rêveberiya zanîngehê destûra hunerê jî nade û wiha bang li ciwanên zanîngehê kir: "Divê armanca sereke ya ciwanên zanîngehê ne devjêberdan be. Heke li dijî Atolyeya Kîlê ya herî rewa ye êrîş hebin, nexwe ev nîşaneya aciziya rêveberiya zanîngehê ye. Li gel vê, divê em bi aqlekî kolektîf, bêrawestan, bi gavên amin bi pêş ve biçin." Gokhan Oner -dîhaber