Li Şakranê ji ber bi tirkî nizanin rastî îşkenceyê hatin 2017-01-04 09:04:35 ÎZMÎR - Li Girtîgeha Zarokan a Şakranê, hat îdiakirin ku bi hinceta 2 zarokên Kobaniyî bi kurdî axivîne, tevî 4 zarokên li heman qawîşê, bi vegotinên nîjadperestî û zayendî rastî îşeknceyeke fîzîkî ya 50 gardiyanî hatine. Li Girtîgeha Zarokan a Şakrana Alîagya Îzmîrê, hat derpêşkirin ku zarokên bi navê M.A., Î.A., A.H., M.H.T., M.B. û N.M. ên temenê wan di navbera 15-17 salan de, ji paş ve hatin kelepçekirin û rastî îşkenceyê hatine. Ji parêzerên Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Yûnûs Emre Guneş ê di 30'yê kanûna 2016'an de li girtîgehê bi zarokan re hevdîtin pêk anî got, li girtîgehan îşekbceya li ser girtiyan veguheriye reşeke sîstematîk. GARDIYAN: AXAFTINA BI KURDÎ QEDEXE YE Guneş ragihand ku, hefteya borî 6 zarok rastî îşkenceya gardiyanan hatine û wiha behsa bûyerê kir: "Di dema lêgerîna rûtîn de, 2 zarokên Kobaniyî ji ber bi tirkî nizanin, di navbera xwe de bi kurdî diaxivin. Gardiyanên dîtin her du zarok bi kurdî diaxivin, ji zarokan re gotin, 'ev der Komara Tirkiyeyê ye. Zimanê fermî tirkî ye. Li vir axaftina bi kurdî qedexe ye' û bi vî awayî heqaretî zarokan kirine. Ji ber zarok ji Kobaniyê ne, bi tirkî nizanin û her çiqas zarokên din ev rewş diyar kirine jî, gardiyanan zarok tehrîk kirine û ew tahm dane." BI VEGOTINÊN NÎJADPERESTÎ ÎŞKENCE Guneş ragihand ku, piştî bûyer xwe gihandiye îdareya girtîgehê, mudurê girtîgehê tevî 50 gardiyanî bi ser qawîşa girtiyan de girtiye û 6 girtî rastî lêdanê hatine û paşê ew birine hucreyên kamera lê tune ne. Guneş anî ziman ku, paşê dest û lingê her 6 zarokên girtî hatine kelepçekirin û wan birine hucreyên cuda û wiha axivî: "Bi qasî 20 deqîqeyî bê navber, bi awayekî giran îşkence li zarokên girtî hatiye kirin. Di dema îşkenceyê de gardiyanan bi gotina 'terorîstno' bi ser zarokan de kirine qîrîn û ev îşkence li ber vegotinên zayenî û nîjadperestî hatiye kirin." ‘BIJÎŞKÊ GIRTÎGEHÊ RAPORA DERBKIRINÊ NEDA' Guneş anî ziman ku, zarok bi qasî 3 saetan bi kelepçikirina ji paş ve hatine rawestandin û paşê ew birine revîrê û got, bijîşkê girtîgehê tenê li destê zarokan nihêrî ye, bûyera derbkirinê rapor nekiriye. Guneş dest nîşan kir ku, piştî bûyera derbkirinê, îdareya girtîgehê der barê 6 zarokan de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin û wiha axivî: "Der barê 6 zarokên girtî de 15 roj cezayê qedexeya derketina fealiyetên civakî hatiye dayîn." ‘JI NIHA Û PÊ VE WÊ JI BO WE HER TIŞT XERABTIR BIBE' Guneş anî ziman ku, dema zarok ji bo parêziyê derketine pêşberî heyetê, ji aliyê îdareya girtîgehê ve wiha gef li wan hatiye xwarin: "Ji niha û pê ve dê ji bo we xerabtir bibe. Ji niha û pê ve dê tu tişt ne wek berê be." ‘EM Ê YÊN BERPIRISIYAR GILÎ BIKIN' Guneş anî ziman ku, ew ê wek parêzerên OHP'î der barê cezayê hucreyê û çalakiyan de ên ji bo zarokan hatine dayîn gilî bikin û ragihand ku, her wiha ew ê gardiyanên îşkence kirine, îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê jî gilî bikin. Guneş gotinên Wezareta Dadê yên 'wê gelek girtîgehên zarokan bên vekirin' bi bîr xist û wiha axivî: "Em bang li Wezareta Dadê dikin. Ji dêvla hûn gelek girtîgehên zarokan vedikin, şert û mercên girtîgehên heyî sererast bikin û rê li binpêkirinan mafan bigirin. Îşkenceya sîstematîk a li girtîgehan tê sepandin polîtîk e."