Bilançoya giran a OHAL'ê ya ji nû ve hat dirêjkirin 2017-01-04 10:18:53 ENQERE - Di encaya OHAL'ê ya ku hikûmetê bi gotina "Ger OHAL nehata îlankirin me ev tişt nedikir" careke dir dirêj kir, parlamenterên HDP'ê, hevşaredar, akademîsyen, rojnameger û rewyenbîr jî di nav de ji 100 hezarî zêdekir binçavkirin çêbû û bi deh hezaran kes hatin girtin. Îşkence û muameleya xirab derket asta herî jor, komele, rojname û radyo hatin girtin. Careke din dirêjkirina OHAL'ê fikarên raya giştî zêdetir kir. Tirkiye ya ku 6 meh in bi OHAL'ê re tê rêveberin, bi deh hezaran siyasetmedar, rojnameger, nivîskar, sînemager û akademîsyen hatin girtin. Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) çapemeniya muxalîf û bi sedan komele hatin girtin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê jî di nav de bi sedan siyasetmedar hatin girtin. ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XIRAB BI OHAL'Ê RE CAREKE DIN VEGERIYA Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya meha mijdarê de bal kişand li ser bûyerên îşkenceyê û ev tespît kir: " Teknîkên îşkenceyê yên wekî tehdîd, şantaj, lêdan, bêxew hiştin, girêdana çav an jî li derveyî navendên binçavkirinê çek dane serê mirovan hatine bikaranîn." JI 100 HEZARÎ ZÊDETIR BINÇAVKIRIN Piştî hewldana darbeyê di nav de saziyên ewlehiyê yên dewletê jî hene bi hinceta girêdayî cemaeta Gulen e di operasyonên hatin kirin de zêdetirî 90 hezar kes hatin binçavkirin. Li dijî siyasetmedarên kurd di operasyonên hatin kirin de bijarteyên KCD, HDP û DBP'ê jî di nav de zêdetirî 15 hezar kes hatin binçavkirin. Di vî pêvajoyê dde zêdetirî 100 hezar kes hatin binçavkirin. 12 PARLAMENTERÊN HDP'Ê HATIN GIRTIN Di operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd de di 4'ê mijdarê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 12 parlamenter hatin girtin. 69 HEVŞAREDARÊN DBP'Î HATIN GIRTIN Di operasyonên ku li dijî siyasetmedarên kurd de roj bi roj hatin kirin de qeyûm tayînî 51 şaredariyên DBP'î hatin kirin. Di serî de Şaredariyên Bajarê Mezin ên Wan, Mêrdîn, Amedê û Şaredariyên Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Bedlîsê jî di nav de qeyûm tayînî 51 şaredariyan hatin kirin. 69 hevşaredar hatin girtin. 85 KES HATIN ÎXRAÇKIRIN Li gorî daneyên çavkaniyên cuda di dema OHAL'ê de 85 hezar û 911 kes ji peywirên xwe hatine îxraçkirin ji wan 229 kes dîsa vegerine li ser karên xwe. Bi vî rengî di qada cemaweriyê de 85 hezar û 682 kes ji karên xwe hatin îxraçkirin. BI SEDAN KOMELE HATIN GIRTIN Bi KHK a ku di 23'yê Tîrmeha 2016'an de di Rojnamela Fermî de hat weşandin 374 kome hatin girtin. Piştre di 30'ê Kanûna 2016'an de Wezareta Karên Hundir daxuyand ku xebatê 94 komeleyan hatine rawestandin. Bi vî rengî di dema OHAL'ê de bi KHK'an ve 468 komele hatin girtin. DI OHAL'Ê DE 113 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN Li gorî daneyên rapora Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) a ku bi Bîryarnameya di Hikmê Qanûnê de hat girtindi dema OHAL'ê de 113 rojnameger hatin girtin. Di raporê de hate gotin du bi temamî 143 rojnameger li girtîgehan girtî ne. 900 ROJNAMEGER BETAL MA Bı OHAL'ê re 5 ajansên nûçeyan, 16 televîzyon, 24 radyo, 62 rojname, 19 kovar, 29 weşanxane, 155 saziyên çapemeniyê, bi temamî 177 saziyên çapemeniyê hatin mohrkirin û tiştên wan hatin desteserkirin. Hin saziyên çapemeniyê yên hatin girtin ev in: Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Ajansa Nûçeyan a Cihanê, Rojnameya Azadiya Welat, Rojnameya Ozgur Gundem, ÎMC TV, Van TV, Gun TV, Zarok TV, Gun Radyo, Dogu Radyo, Bariş TV, Bugun TV, Can Erzîncan TV, Dunya TV, Irmak TV, Kanal 124, MC TV, Mehtap TV, Merkur TV Ji saziyên çapemeniyê yên hatin girtin 9 sazî piştre careke din hatin vekirin. Zêdetirî 900 rojnameger betal ma. 168 JIN HATIN QETILKIRIN Di dema OHAL'ê de hejmara jinên ku ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin jî zêdetir bûn. Platforma Jinan a Edeneyê, Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin û Bîanetê di daneyên xwe de aşkera kirin ku di navbera tîrmeh û mijdara 2016'an de 168 hatin qetilkirin.