Rojnameger Ahmet Şik piştî 5 salan dîsa li Sîlîvriyê ye 2017-01-04 10:58:14 STENBOL- Rojnameger Ahmet Şik ê ku bi îdiaya propagandaya rêxistinan kiriye hate girtin piştî 5 salan dîsa şandin Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê. Nûçegihanê rojnameya Cumhuriyetê Ahmet Şik ê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin, birin Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê. Şik di çarçoveya doza Oda TV de 375 rojan li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî mabû niha jî bi îdiaya ku "propagandaya FETO, DHKP-C û PKK'ê kiriye" li heman girtîgehê ye. Ahmet Şik beriya 5 salan pirtûka bi navê "Îmamin Ordusu" ya rêxistinbûne Cemaeta Gulen a di nava dewletê de vedibêje ji ber ku nivîsandibû bi girtî hatibû darizandin. Rojnameger Şik di 5'ê Adara 2011'an de hatibû girtin û di 12'ê Adara 2012'an de hatibû berdan. BERIYA 2 ROJAN HATIYE NEQLKIRIN Parêzerê Ahmet Şik, Can Atalay diyar kir ku muwekîlê wî berê birine Girtîgeha Metrîsê û di 2'yê çileyê de piştî nîvro jî neqlî Girtîgeha Sîlîvriyê hatiye kirin.