28 rêvebirên HDP’ê sewqî dadgehê hatin kirin 2017-01-04 12:42:21 STENBOL - Endam û rêvebirên HDP’ê yên ku ev 23 rojin li Stenbolê di binçavan de ne îro sewqî dadgeha Buyukçekmece ya li Çaglayanê hatin kirin. Piştî 10’ê Kanûna 2017’an êrîşa bombeyî ya li Beşîktaşa Stenbolê gelek endam û rêvebirên HDP’ê hatin binçavkirin û îro sewqî dadgeha Buyukçekmece ya li Çaglayanê hatin kirin. Hat zanîn ku HDP’iyên ev 23 rojin di binçavan de ne li midûryeta polîsan a TEM’ê ya li ser kolana Vatanê û ya Esenlerê di dema parastinê de mafê xwe yê neaxaftinê bikar anîne. Di nava kesên ku îro sewqî dadgeha Çaglayanê hatin kirin de Hevserokên HDP’ê yê Stenbolê Dogan Erbaş, Aysel Guzel, rêvebir û endamên HDP’ê Mehmet Tayyîp Aslan, Suleyman Ozcan, Nasrî Tonguç, Muhîttîn Aslanboga, Ramazan Çetînçakmak, Feremez Erkan, Ayşe Karadag, Ferît Yalçin, Selahattîn Yilmaz, Ahmet Narîm, Saîd Înedî, Ramazan Konî, Abîdîn Konî, Îhsan Guneş, Halîs Toprak û Mahmut Bor hene. Cumalî Akdag, Serhat Elma, Giyasettîn Kurt, Hasan Teymur, Muhacîr Îlhan, Gazî Aydemîr, Ramazan Îpek, Ferhat Yildiz, Gokhan Karza û Serkan Yilmaz ên ku lêpirsîna wan li Qereqola Polîsan a Atişalanê bi dawî bûn sewqî dadgeha Buyukçekmeceyê hatin kirin.