Seydî Firat: Dê winda bikin! 2017-01-04 13:39:34 AMED - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê û endamê Koma Aştiyê Seydî Firat ku di çarçoveya operasyona li dijî KCD'ê de hat girtin, diyar kir ku yên daxwaza aştî û siyaseta demokratik li ber çavan negirtin û zorê bikar tînîn dê winda bikin." Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) û Endamê Koma Aştiyê Seydî Firat ku di operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di 30'ê Kanûnê de hat girtin, bi riya parêzerên xwe peyam şand. Seydî Firat ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de tê girtin, diyar kir ku di peyamê de wiha got: “Xwestin em li deştê siyasetê bikin. Me jî bi armanca piştgiriyê bidin aştiyê û pirsgirêka kurd bi siyaseta demokratîk bê çareserkirin, di sala 1999'an de wekî Koma Aştiyê hatin Tirkiyeyê. Lê li hemberî vê daxwaza aştiyê em her dem hatin girtin û me emrê xwe di girtîgehan de derbas kir. Li dijî daxwaza me ya aştî û siyaseta demokratîk bi girtîgehan bersîve dan. Ya zor ne parastina aştiyê ye. Ya zor feraseta ku daxwazên me ya aştiyê û çareseriya demokratîk bi girtinê dibersivîne ye. Feraseta di zorê de israr dike dê winda bike. " JI BO ÇARESERIYA DEMOKRATÎK HATIN TIRKIYE Firat, li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 22'ê îlona 1999'an a "Pêngava piştgiriya Komara Demokratîk û gava nêta baş" wekî koma çareseriya demokratîk hatibû Tîrkiye. Firat û hevalên wî Alî Sapan, Mehmet Şirin Tunç, Îsmet Baycan, Sohbet Şen, Yuksel Genç, Yaşar Temur û Gulten Uçar, di 1'ê cotmeha 1999’an de di ser rêya Şemzînanê ya Colemêrgê re di gundê Geliyê Şîn re hatin Tirkiye. Koma Aştiyê ku ji 8 kesan pêk dihat, çawa hatin hatin binçavkirin û girtin.