Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk hat berdan 2017-01-04 14:32:26 ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, di doza ku girtî dihat darizandin serbest hat berdan. Ji Birlik heta 37 salan ceza dihat xwestin. 1'emîn rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku li ser fermana Dozgerê Komarê ya Şirnexê di 4'ê mijdarê de hat girtin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Di dozê de Parlementer Aycan Îrmez, Malbata Bîrlîk û parêzerên malbatê amadebûn. Bîrlîk ku li Girtîgeha Sîlîvriyê dihat girtin, bi riya Dîmen û deng (SEGBİS) beşdarî rûniştinê bû. Rûniştina dozê saet 12:00 de destpêkir. Di dosyaya ku Bîrlîk dihat darizandin de 10 fezlekeyên ku derheqê wê de hatî amadekirin û tevlî cenazeyê tiyê xwe Haci Lokman Bîrlîk bûye hatibû amadekirin. Bîrlîk di dozê de parêziya xwe bi kurdî kir û îtraza sûcê ku dosyayê de hatî amadekirin kir. . Heyeta dadgehê der barê Bîrlîk de biryara tahliyê da. Heyetê bi şertê kontrola edlî û qedexeya dervê welat biryara berdanê da. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, diyar kir ku piştî der barê Bîrlîk de biryara tahliyê hat dayîn dê îro ji Girtîgeha Silivri bê berdan. Der barê Leyla Birlik de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" "gel teşwîkî kîn û nîvrînê kiriye", "pesnê sûc û sûcdar daye", "heqarnet kiriye" û "li dijî zagonan beşdarî meş û xwepêşandanan bûye" doz hatibû vekirin û heta 37 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin. Leyla Bîrlîk ji ber beşdarî 10 daxuyaniyên çapemeniyê bûbû û beşdarî merasima tiyê xwe Hacı Lokman Birlik bûbû jî doz lê hatibû vekirin. LEYLA BÎRLÎK HAT BERDAN HEVSERÊ WÊ HAT BINÇAVKIRIN Hevserê Bîrlîkê Mehmet Bîrlîk ku şevê din ji bo doza hevjîna xwe ya îro hat dîtin derbasî Şirnexê bû û ji aliyê tîmên taybet ve hatî binçavkirin jî hêj li Midûriyeta Polîsan tê girtin. Hat zanîn ku niha îfadeya Bîrlîk li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê tê girtin.