8 rojan piştî vî wêneyê... 2017-01-04 15:01:18 REQA - Ryan Lockê Îngilîstanê û Nazzareno Antonio Tassone yê ji Kanadayê yên di operasyona Reqayê de kete ber objektîfên me piştî 8 rojan li heman gundî mil bi mil di pevçûna li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezaba Firatê ya ku ji bo azadkirina gundên rojavayê Reqayê azad bikin gava duyemîn a operasyona ku di 10'ê kanûna 2016'an de dan destpêkirin di roja 25'emîn de didomînin. Di operasyona ku ji neteweyên din jî şervan beşdar dibin de şervanên enternasyonalîst ên YPG'ê jî cih digirin. Dema ku em di 13'ê kanûna 2016'an de diçin gundên hatine azadkirin şervanên enternasyonalîst dibînin. 'EM JI BO XWARIN Û VEXWARINÊ NEHATINE VIR' Ryan Lockê Îngîlîstanê û Nazzareno Antonio Tassone yê ji Kanadayê pirsa "we av heval çima anîne eniya şer" a bi fikara parastinê tên kirin bi awayeke zelal dibersîvînin û wiha dibêjin: "Heval em ji bo rûniştinê an jî xwarin û vexwarinê nehatine vir. Ji bo ku li dijî dijminên mirovahiyê bi kurdan re mil bi şer bikin hatine. Ji ber vê yekê jî em dixwazin biçin eniya pêş." LI HEMAN GUNDÎ MIL BI MIL... Me xwest wêneyê wê demê bikişînin. Bi ken bersiva "temam dibe" dan û hema kom bûn. Em li aliyekî wêneyê wê demê kişand wan jî bi telefonên xwe wêneyê wê demê kişandin. Herdu şervanên ku di wî wêneyê de cih girtin li heman gundî, di heman şerî de mil bi mil jiyana xwe ji dest da. 8 rojan piştî wî wêneyê di 21'ê Kanûna 2016'an de li gundê Caber a Rojava di şer de Ryan Lockê Berxwedan Gîvara) yê Îngîlistanî û Nazzareno Antonio Tassone (Agir Ararat) yê ji Kanadayê jiyana xwe ji dest dan. Abdurrahman Gok - dîhaber