Bavê leşkerê ku DAÎŞ’ew înfaz kir: Em li benda daxuyaniyê ne 2017-01-04 15:27:49 ÎDIR - Bavê leşker Seftar Taş ê hat îdîakirin ku DAIŞ'ê ew şewitand û înfaz kir Aydin Taş bertek nîşanî hikûmetê da û diyar kir ku heta niha tu kesî agahî nedaye wan û li benda agahiyekê ne. Di 24'ê Kanûna 2016'an de hat diyarkirin ku DAİŞ’ê li El Babê 2 leşkerên TSK'ê şewitandin û înfaz kirin. Piştre ev vîdeoyên ku tê îdîakirin leşker şewitandine bi riya medya civakî li civakê hat parvekirin. Têkildarî vê yekê rayedarên hikûmetê gotin em lêkolîn dikin û tu agahiyên cuda nedan. Di ser bûyerê re 13 roj derbas bûn. Lê hêj bersîva bavê leşkeran nehatiye dayîn û malbat nehatine agahdarkirin. Bavê leşker Seftar Taş ê ji navçeya Aralikê ya Îdirê ku hat idîakirin ku hatiye înfazkirin Aydin Taş, bertek nîşanî rayedaran da û wiha got: “Heta niha tu kesî agahî nedaye me. Tu kesî tu agahî nedaye me. Em 13 rojin li benda agahiyek zelal e. Di vê rewşê de dê rewşa mirov çawa be?" DAIŞ'ê şewitandin û kuştina 2 leşkerên TSK'ê yên li Bab'ê dîl girtibûn bi dimenan û raya malperên înternetê bi cîhanê re parve kir. Piştî dîmen hatin parvekirin, Tirkiye înternet asteng kir û destûr neda ku ew dîmen bên belavkirin. Lîsta dîmenen şewitandina leşkeran gihişt milyonan kesan. Pişti DAIŞ'ê dîmenên şewitandina leşkeran parve kir, derket holê ku leşkerên salek berê ji aliye DAIŞ'ê ve dîl hatine girtin Seftar Taş ê 22 salî û Fethî Şahin e. Hat diyarkirin ku Seftar Taş ji Îdirê ye û Fethî Şahîn jî ji Osmaniyê ye. Seftar Taş dema li Kilisê li Qereqola Hidud a Şehit Mehmet leşkeri dikir, di 1'ê Îlona 2015'an de ji aliyê DAİŞ'ê ve hat revandin û dîl hat girtin. Ji wê demê heta niha malbata Taş agahiyê ji kurê xwe nagirin. Wezîrê Parastinê Fikri Işik gotibû "Raste 3 leşkerên me di destê DEAŞ'ê dene. Lê ev agahî nehatine teyîtkirin. Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin jî di 26'ê Kanûnê de pirsên rojnameger û xebatkarên çapemeniyê nebersivandibûn û pirsên wan bê bersîv hiştibûn.