Solî Ozel, ji Lijneya Weşana Doganê îstifa kir 2017-01-04 16:41:42 STENBOL - Nivîskarê Haberturkê û hîndekarê Zanîngeha Kadir Hasê Solî Ozel, ji Lijneya Rêgezên Weşana Doganê îstîfa kir. Nivîskarê Haberturkê û hîndekarê Zanîngeha Kadir Hasê Solî Ozel, ku di 9'ê Kanûna 2016'an de wekî endamê Lijneya Rêgezên Weşana Doganê hat hilbijartin, îstîfa kir. Têkildarî hilbijartina endamtiya Ozel, di rojnameya Hurriyet, CNN Turk û Ajansa Nûçeyan a Doganê hatibû weşandin. Piştî ev nuçe hatin weşandin hefteyek şûnde Soli Ozel, rêya xwe ji Koma Weşanê ya Cinerê qut kir. Piştî vê yekê Solî Ozel ji endamtiya Lijneya Rêgezên Weşanê ya Doganê îstîfa kir.