Hevjînê Parlementera HDP'î Leyla Bîrlîkê serbest hat berdan 2017-01-04 17:46:13 ŞIRNEX - Hevjînê Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Mehmet Bîrlîk hat berdan. Hevjînê Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Mehmet Bîrlîk ê ku duh li têketina bajêr hatibû binçavkirin piştî îfadeya li Muduriyeta Polîsan a Şirnexê hat berdan. Hate hînbûn ku Bîrlîk ji ber îfadedayîna dozeke xwe yî berê hatiye hatiye binçavkirin.