Hur: Di navbera dewleta kûr û îktîdarê de qirçînî heye 2017-01-05 09:23:40 STENBOL - Dîrokzan Ayşe Hur, dest nîşan kir ku dîroka Tirkiyeyê di heman demê de dîroka rêveberiya awarte ye û parast ku, di navbera "hêzên wek dewleta kûr tên tebîrkirin" û AKP'ê de qirçîniyek heye. Dîrokzan-nivîskar Ayşe, demdirêjkirina duyemîn a OHAL'ê nirxand û dest nîşan kir ku, dîroka Tirkiyeyê di heman demê de dîroka rêveberiyên awarte ye. Hur wiha bi bîr xist: "Mirov dikare Takrîr-î Sukûnê wek destpêka vê bihesbîne. Piştî wê qanûna di 1925'an de li dijî Serîhildana Şêx Seîd derket, di rêçeke ku ber bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve diçû hat îlankirin. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, di serdemên 60, 71, 80'yî de tim rêveberiyên awarte hebûne. Piştî 80'yan, di salên 90'î de li erdîngariya ku burokrat, entelektuelên tirk jê re dibêjin Anatolyaya Rojhilata Başûr an jî Anatolyaya Rojhilatê û kurd jî jê re dibên Kurdistan belkî 40 carî OHAL hatiye îlankirin." ‘JI DEMA OSMANLIYÊ VE HETA NIHA CARA EWIL TIŞTEKÎ WISA TÊ JIYÎN' Hur dest nîşan kir ku, OHAL'ên li bajarên kurdan hatin îlankirin zaf tund bûn û wiha axivî: "Pêvajoyeke zaf xedar, mirinên girseyî, mirinên ku wek kiryar nediyar tên binavkirin xwe dan der. Ji ber rojavayê qet tiştekî wisa tund nedîtiye, ji bilî serdemên derbeyê bîra tiştekî nedibû. Digotin, 'Ev çi dibêjin. OHAL hatiye îlankirin çi bûye yanî.' Li wan deran li leşkeran venêrîna herêmên bejahiyî dikir, rê dibirîn, nizam ji çend kîlometreyan carekê qereqol hebûn. Kesekî gumanbar bidîtanan ew digirtin, winda dikirin. Em îro vê najîn. Lê di OHAL'a îroyîn de tiştekî din heye. Îktîdar rayeya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de zaf bêpîvan û bêperwa bi akr tîne, di tu serdemê de wek ya niha mudaxileyî pergalê nehatiye kirin." Hur wiha domand: "Mesela li zanîngehan hilbijartina rektoran rakirin. Rêbaza tayînkirinê tînin an jî rêbaza musadereyê wek tiştekî asayî didin der. Veguhastina sermeyeyekê tê kirin. Niha ji ber pevçûnên xwe yî navxweyî, ji Cemaeta Fethûllah Gulenî ber bi xwe ve vediguhezîne. Lê dibe ku di pêş de ev berbelavtir bibe. Dibe li dijî kurda, bûrzûvazî, lîberalan û kesên wek muxalif ji xwe re dibîne bi kar bîne. Ji dema Osmanliyê heta niha ev cara ewil tiştekî wisa çêdibe." ‘KOMA MEXDÛRAN DIFIRÎNE' Hur ragihand ku, ne di dîroka komarê de û ne jî di tu serdemê de musadere evqasî sift nehatiye jiyîn û wiha domand: "Di 1927, 1938'an de li herêmên kurda piştî serîhildanan dewletê dest danî ser xakên kurda. Lê li wir biûta wê yî darayî ne ewqas zêde bû. Lê îro transefera servetên gelek mezin tê kirin. Tabî dema ez vê dibêjim, ez transfera sermayeyê ya arasteyî xeyrî mislîman daxil nakim. Ya din jî, KHK bûn sedema kadrobûyîneke zaf girîng. Di artêş, polîs, saziyên perwerdehiyê, maliyeyê, karên derve de îktîdar hemû eksên wek muxalif dît ew xistin kîsekî û hema bêje heta dawiya temnê wan yaftaya derbekariyê bi wan vekir û ew derî jiyanê kirin. Lê belê, ev bi xwe re komeke nerazîbûn û mexdûran afirand, ku em ê bibînên bê dê di pêş de ev bibe sedema çi. Bi ya min, wisa difikirim ku dê vegereke pir xerab pêk bê." 'TIRS OTOSANSURÊ TÎNE' Hur anî ziman ku, tirsek serwer e û mirov xw eji vê tirsê muhafize dikin û wiha got: "Bêyî hay ji sûcê xwe hebe, salek du salan radizê. Di vê serdemê de em dibînin, rojname tên girtin, rojnameger tên girtin û yên li derve mane jî hewl didin wan têxin hîzaya îktîdarê. Tirs, otosansurê tîne, otosansur jî berovajkirina rasteqîniyê tîne. Yanî îktîdar cîhaneke rasteqîniya sextekar afirand. Hela em ê bibînin, bê dê ev balon heta kuderê biçe. Wê çi wê biteqîne. Em hemû bi miraq li bendê ne." ‘QIRÇÎNIYEK HEYE' Hur wiha axivî: “Berê bi navê nîzameke muessesî hebû. Carinan wisa me wek 'dewleta kûr' tarîf dikir an jî me digor klîkên sivîl. Wan ji bo dewletê qala çarçoveyeke sereke dikir, kud ogotin ji bo dewletê çarçoveyeke baş e. Îro di navbera wê avahiyê û îktîdarê de muhtemel e ku qirçîniyek heye. Her çiqas îktîdar îdia dike ku ew vê avahiyê kontrol dike û xistiye dest jî, lê bi ya min ev ne tiştekî evqas hêsan e. Di navbera hêzên ku jê re dibêjên dewleta kûr û îktîdarê de qirçîniyek heye."