Dadgeha herêmî guh neda dadgeha bilind: Parêziya bi kurdî nehewce ye! 2017-01-05 09:27:54 AMED - Dadgeha herêmî, ji ber di hesabê xwe yî medyaya civakî de muzîka bi kurdî parvekiriye, 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li karkerê înşaatê Şehmûs Kan birîbû, lê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Antalyayê ji ber daxwaza parêziya bi kurdî nehtaiye qebûlkirin ceza xera kir. Lê belê, Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîfkeyê guh neda biryara xerakirinê ya dadgeha bilind û parast ku Kan, "Tenê bi qesda milîtabî îfade bi kurdî daye", guhnedêriya daxwaza parêziya bi kurdî ne "kêmasî" ye û heman ceza li Kan birî. Welatiyê bi navê Şehmûs Kan, ê dema li Sîlîfkeya Mêrsînê wek karkerê înşaatê dixebitî, bi hinceta di hesabê xwe yî civaka medyayî de straneke kurdî ya dîmenên endamên YPG û YPJ'ê tê de cih digirtin parvekiriye, di 2016'an de li Amedê pêşî hat binçavkirin û paşê hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Sîlîfkeyê, bi îdiaya Kan bi parbekirina xwe yî li ser civaka medyayî "Propagandaya rêxistinê" kiriye doz lê vekir. Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîfkeyê, daxwaza parêziya bi kurdî û rû bi rû ya Kan red kir û li ser vê Kan jî bi rêya SEGBÎS'ê îfadedayîn red kir. Dadgeh bêyî îfadeya Kan wergire bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" 4 sal û 6 meh ceza li Kan birî. Dadgeha di asta herî jor de ceza da, her wiha daraziya berdewamiya rewşa girtina Kan jî da. Kan, bi riya parêzerên xwe îtirazî biryara dadgeha herêmî kir.