Li Îzmîrê di 6 mehan de 5 hezar û 755 binçavkirin, 2 hezar û 473 girtin 2017-01-05 09:28:17 ÎZMÎR - Di dema OHAL'ê de, li gor daneyên ÎHD'ê li Îzmîrê, di 6 mehan de 5 hezar û 755 kes hatin binçavkirin, 2 hezar û 473 kes jî hatine girtin. Bi OHAL'a piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin û du caran dema wê hat dirêjkirin re, li Îzmîrê di 6 mehên dawî de gelek binpêkirinên mafan xwe dan der. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di dema OHAL'ê de 5 hezar û 755 kes hatin binçavkirin, 2 hezar û 473 kes jî hatin girtin. Her wiha qismek hat derpêşkirin ku, qismek wan bi "FETO"yê re hatin girêdan û di vê çarçoevyê de; 291 dibistan, weqf, zanîngeh û nexweşxaneyên taybet û 241 komele hatin girtin. NÊVIYÊ KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN HATIN GIRTIN Li bajêr ji 5 hezar û 755 kesên hatin binçavkirin, 2 hezar û 473 kes jê hatin girtin û 3 hezar û 302 kes jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan. DERIYÊ 241 KOMELEYÎ HATIN MOHRKIRIN Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) Yak-Der, NÇM, Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz, Kurdî-Der û Tay-Der jî di nav de, bi giştî deriyê 241 komleyî hatin mohrkirin. 291 DIBISTAN, WEQF Û NEXWEŞXANE HATIN GIRTIN Li bajêr, 291 dibistan, weqf, zanîngeh û nexweşxaneyên taybet bi hinceta têkiliya wan bi "FETO"yê re heye hatin girtin û her wiha qeyûm tayînî 57 şîrket, sazî û dezgehî hat kirin. Gelek saziyên qeyûm tayînî wan hat kirin, çend meh şûn de bi hinceta îflasê hatin girtin. 25 SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ HATIN GIRTIN Li bajêr, fealiyetên 25 saziyên çapemenî û weşanê hatin rawestandin. Li gel vê, weşana 19 televîzyon û radyoyên bi awayekî herêmî weşana xwe dikirin hat qutkirin û 6 rojname jî hatin girtin. CINAYETÊN KARÎ Di 6 mehan de 41 karker bûn qurbanê cinayetên karî û di 75 qezayên karî de jî, gelek karker birîndar bûn. KEDKARÊN CEMAWERIYÊ JI PEYWIRÊ HATIN GIRTIN 8 hezar û 452 kedkarên cemaweriyê ji kar hatin dûrxitin û ji vana hezar û 924 jê hatin îxrackirin. Bi giştî 16 nûnertî û şaxên sendîkayan hatin miftekirin. CINAYETÊN JINAN Di 6 mehan de 25 jin hatin kuştin, 30 bûyerên şideta fizîkî û zayendî pêk hatin. ÊRÎŞÊN NÎJADPEREST Di vê pêvajoyê de li dijî HDP'ê gelek êrîş pêk hatin. Li taxên kurd lê zêde dijîn, 38 hewldanên lîcê pêk hatin. Kesên di van êrîşan de cih girtin, der barê wan de tu tişt nehat kirin, lê 8 kesên rastî êrîşan hatin, hatin binçavkirin û derbkirin. BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN Li girtîgehên bajêr, çewisandin û pêkûtî zêde bûn. Li girtîgehan; binpêkirina mafê pêwendî, hevdîtin, telefonê; îskenceya sîstematîk, vegotinên nîjadî û heqaretî, astengkirina tedawiyê û kelepçekirina ji paş ve; bi giştî 88 binpêkirinên mafan hatin qeyd kirin û her wiha kesek jî bi awayekî gumanbariyî jiyana xwe ji dest da.