Li Girtîgeha Bandirmayê astengiya ji bo nameyan 2017-01-05 09:28:46 EDENE - Girtiyê bi navê Taner Taş ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin, balê kişand ser binpêkirinên mafan û wiha got: "Tu mafekî me yê civakî nayê dayîn, ev du meh e em nikarin nameyan wergirin û bişînin." Her wiha Taş got, di heman demê de ew birçî jî tên hiştin. Girtiyê bi navê Taner Taş ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin, bi rêya kekê xwe Halîl Taş balê kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Taş got, wî bi birayê xwe Taner Taş re, di 2'yê çileyê de hevdîtin pêk aniye û rewşa birayê wî û hevalên wî xerab bûye. Taş diyar kir ku, malbat di dema hevdîtinê de rastî lêgerînên dijwar tên û wiha axivî: "Li hemberî me, tewrekî wek careke din neyên hevdîtinê nîşan didine." 'ŞIK Û GUMANÊN ME HENE' Taş anî ziman ku, di dema hevdîtinê de ew jî rastî zor û zehmetiyan tên û wiha got: "Roja hevdîtina girtiyên PKK'yî, FETO û DAIŞ'iyan heman roj e. Hem li hundurê girtîgehê, hem jî li derve em ji emcbûrî di nav hev de ne. Divê rayedar demildest çareyekê ji vê re bibînin. Li wir du ciwan ketin qirika hev û em ketin navbera wan. Dibe ku ji ber malbatên girtiyan pirgirêk derkevin holê. Divê demildest tevdîr bên girtin. Ez vê wek gumaniyeke siyasî nabêjim; wek gumaniyeke miroviyî dibêjim." 'ROJÊ NANEK TÊ DAYÎN' Taş diyar ki ku, birayê wî têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pê re axiviye û got, birayê wî wiha gotiye: "Li girtîgehê pirsgirêka ava germ heye. Rojê nanek û çoçikek xwarin tê dayîn. Ev têrî me nake. Em bi biskuvîtan xwe têr dikin. Heke biskuvît jî nebin, em birçî dimînin. Li qawşên 10 kesî, em 20 kes dimînin. Heftê rojekê, ew jî saetekê detsûra sporê tê dayîn. Wekî din hemû dema me li qawîşan derbas dibe. Me dernaxînin hewadariyê û tu mafekî me yî civakiyî nayê dayîn. Ev nêzî du meha ye nameyek jî nayê dayîn. Nameyên em dişînin, naşînin. daxwaznameyên me esas nagirin. Me nabin revîr û nexweşxaneyê. Divê tedawiya qenalî li diranên min bê kirin, lê ji min re dibêjin, 'li nexweşxaneyê divê em diranê te bikşînin. Wekî din em nikarin tedawî bikin.' Bi nêzî 20 robocop û gardiyanan hejmariyê dikin. Em dixwazin bi raya giştî re bê parvekirin." 'ÇÛYÎNÊ LI ME POŞMAN DIKIN' Taş anî ziman ku, ew ji ewlehiya jiyanî ya girtiyan bi şik û guman in û wiha got: "Binpêkirinan mafên girtiyan, hem me û hem jî girtiyan emxdûr dike. Ez ji Edeneyê çûm Bandirmayê. Ji bo hevdîtineke 45 deqîqeyî. Lê belê, dikin ku em li çûyîna xwe poşman dibin. Li hemû girtîgehan heman rewş heye. Em der barê binpêkirinên li girtîgehan, banga hestiyariyê li raya giştî dikin." 'DIVÊ DEWLET BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNE' Parêzerê Taş, Tûgay Bek anî ziman ku, li girtîgeha muwekîlê wî lê tê ragirtin her diçe binpêkirina mafan zêde dibe û got, ew ê têkidlarî vê mijarê serî li Muduriyeta Giştî ya Tewqîfê ya Girtîgehan bidin û bang kir ku, divê dewlet têkildarî girtiyan berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, lê bersiva telefonên me nehat dayîn.