Li Riha û Gurgumê 25 kes hatin girtin 2017-01-05 10:48:24 RIHA / GURGUM - Li Riha û Gurgumê ji 53 kesên ku derxistin dadgehê 25 kes hatin girtin û şandin girtîgehê. Piştî êrîşa li Beşîktaşa Stenbolê li Rihayê ji 250 kesên hatine binçavkirin 39 kes duh derxistin dadgehê û 13 kes hatin girtin. Duh ji ber bidawîbûna binçavkirina 23 kesan ew derxistin dadgehê û karên 42 kesan jî hate saetên direngiya şevê berdewam kirin. Ji 42 kesên îfade dan dozger 24 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 18 kes jî bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” sewqî dadgehê hatine kirin. Welatiyên bi navê Îbrahîm Halîl Ayyildiz, Fatîme Sîlgîr, Fevzî Salîm, Hakî Uzundal, Celal Ak, Duygu Aykan, Ayfer Korkmaz, Berîtan Korkmaz, Gulşen Yilmaz, Sevda Onat, Cemo Tuysuz, Gulay Koca, Halît Yildiztekîn, Mukrî Vakar, Asuman Kahraman, Mahîr Kandemîr, Mehmet Ural, Yusuf Kebecî, yên îfade dan dadgehê bi heman îdîayê hatin girtin. 18 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê. GURGUM Li navçeyên Elbistan û Ekînozu yên Gurgumê beriya 5 rojan polîsan bi ser malan de girtin û di serdegirtinana de 11 kes hatin binçavakirin û piştî karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn duh sewqî dadgehê hatin kirin. Hevserokê HDP’ê yê Ekînozu Oruç Kul û 10 kesên din ku bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” îfade dan dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 11 kesên îfade dan dadgehê 4 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hevserokê HDP’ê yê Ekînozu Oruç Kul, welatiyên bi navê Alî Kisa, Meryem Yildiz, Huseyîn Kisa, Dîlek Bakir, Hatun Berk û Mustafa Kara bi hamen îdîayê hatin girtin. 7 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê.