'160 wezar welatiyên Mûsilê koç kirin' 2017-01-05 14:46:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Iraqê Derbaz Mihemed, diyar kir ku ji destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê heya niha 160 hezar welatî penaber bûne. Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Iraqê Derbaz Mihemed bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku du mehên derbasbûyî de wan pêşwaziya 160 hezar koçberên bajarok û navçeyên Mûsilê bi alîkariya Wezareta Vegûhestinê û saziyên ewlehiyê kirine. Wezîr da zanîn ku wan penaber li kampên Xazir, Mexmûr, Geyare, Elem û Şêxan bi cih kirine. Di daxuyaniya Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Iraqê Derbaz Mihemed de wiha tê gotin; "Beşek ji pêwîstiyên jiyanê ji bo wan hatiye dabeşkirin weke, xwarin, kelûpelê mal, gaz û hinek pêwîstiyên din. Her wiha 2 hezar penaber zivirîne ji bo malên xwe yên ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. Wezareta Koç û Koçberiyê bi alîkariya Wezareta Vegûhestinê di dema zivirîna penaberan a ji bo malên wan, alîkariya wan dike. Her wiha ji bo hatin û çûyina wan jî alîkarî tê kirin." Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17'ê Cotmeha 2016'an de destpêkiriye û heya niha berdewame.