‘Em tecrîda li Îmraliyê qebûl nakin 2017-01-05 15:10:06 AMED - Rêveberên HDP’ê li Amedê civîna gel pêk anî û diyar kirin ku ew tecrida li ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê qebûl nakin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya DBP'ê navçeya Peyasê ya Amedê têkildarî rewşa Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan civina gel pêk anî. Di civînê de endam û rêveberên HDP, DBP'ê û parlamenterên HDP'ê amade bûn. Di civînê de bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwest tercîd bi dawî bibe. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Peyasê Ayten Polat, diyar kir ku Ocalan di nava şertên giran ên tecrîdê de tê girtin û wiha got: "Piştî Mehmet Oclana di 11'ê Îlona 2016'an de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir, ji wê demê heta niha tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Li Tirkiye kurd dîl hatine girtin. Mafê wan ji destê wan hatiye girtin. Dewlet dixwaze di şexsê Ocalan de gelê kurd tune bike. Gel dikare polîtîkaya AKP'ê xera bike. Êdî dem dema têkoşînê ye. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin. Ji bo em vê tecrîdê bişkînin em dê heta dawî têbikoşin." Piştî daxuyaniyê civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.