Polîsan bi ser 2 şaredariyên DBP'ê de girtin 2016-11-18 11:10:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan bi ser şaredariyên navçeya Hewagê ya Rihayê û Melezgîrt a Mûşê de girt. Polîs li avahiyên şaredariyan lêgerîn dike. Walîtiyê berê xebatên şaredariyê xistibûn bin kontrola xwe. Polîsan li navçeya Hewagê ya Rihayê bi ser avahiya Şaredariya DBP'ê ya Hewagê de girt. Polîsan serê sibê bi maşîneya zirxî û kuçikên bêhnê hatin şaredariyê û li avahiya şaredariyê lêgerîn kirin. Piştî ku Hevşaredar Zeynel Taş hat şaredariyê, li avahiyê 2 saetan lêgerîn kirin. Berê Walîtiya Rihayê xebatên şaredariya Hewagê xistibûn bin kontrola xwe. Piştî di çarçoveya biryarên KHK'ê te qeyûm tayînî şaredariya Pirsûsê kirin, walîtiyê jî bi awayekî fîlî xebatên Şaredariyên DBP'e yên Hewag, Xelfetî û Wêranşarê xistibûn bin kontrola xwe. Ji ber walîtiyê xebatên şaredariyê xistibûn bin destê xwe her tişt hatiye asta rawestînê. HEVŞAREDARÊ MELEZGÎRTÊ HAT BINÇAVKIRIN Li navçeya Melezgîrtê jî polîsan serê sibê bi ser avahiya Şaredariyê de girt. Polîsan di serdegirtina şaredariyê de Hevşaredarê Melezgîrtê Halîs Coşkun hat binçavkirin. Lêgerîna polîsan a li avahiya şaredariyê berdewam dike.