Li Girtîgeha Sîlîvriyê binpêkirinên mafan gihiştine asta herî jor 2017-01-05 16:05:21 STENBOL - Komek parêzerên li Girtîgeha Sîlîvriyê bi siyasetmedar û rojnamegerên girtî re hevdîtin pêk anîn çavdêriyên xwe vegotin. Parêzeran diyar kir ku girtî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin, mafê wan ê sohbetê tuneye, pirtûkan bi lîsteyan dixwazin û di nava wan de girtiyên ku nexweşiya wan pêk ketine hene. Parêzerên li Girtîgeha Sîlîvriyê bi parlamenterê HDP’ê, hevşaredar û nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê re hevdîtin pêk anîn. Parêzeran, diyar kirin ku nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê di hucreyên 2-3 kesî tên ragirin û kesên ji ber Cemaeta Gulan hatine girtin jî di hucreyên yek kesî detên ragirtin. Parêzeran dan zanîn ku ji ber tecrîda Sîlîvriyê girtî di hewşê de bitenê dimînin, mafê wan ê sohbetê tuneye, pirtûkan bi lîsteyan dixwazin. Parêzeran bi lêv kirin ku Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan nexweşa nevrîzmayê ye, ev nexweşî gihiştiye asta bê emelyatkirin û divê 6 mehan carekê bi rêk û pêk bê kontrol kirin. Parêzeran peyama parlamenterên HDP’ê parvekirin: IRMAK: ASTA ENTELLEKTUEL A SÎLÎVRIYÊ TBMM'YÊ JI BERÎKA XWE DERDIXÎNE Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak wiha got: “Me beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê di nava gelan de rihê hevdîtinan bidest xistibû. Di 7’ê Hezîranê de hêza me ya guhertinê derket holê. Hemû civakê dît ku em dikarin biguherin... ev hêza me heye. Divê pêşengî ji vê re bê kirin. Moralê me başe, em li benda derketina dervene. Di şoreşgeran de hevî naqede. Asta entellektuel a niha ya Sîlîvriyê dikara TBMM’yê deh caran ji berîka xwe derxîne.” AKDOGAN: EV ÇERX DEMEK DIRÊJ WIHA BERDEWAM NAKE Peyama Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan wiha ye: “Ev çerx demek dirêj wiha berdewam nake. Dewletên herêmê yên li ser tekperestiyê tevdigerin rewşa wan diyare. Iraq, Sûrye û Lubnan li holê ne. Ger bizivirin yek ol, yek mezhep û yek gelî nikarin vê rêveberiyê bidomînin. Dijminê yekperestiyê dibin gelek. Em ê derbikevin û carekdin vana bibêjin.” KAYA: AN EM Ê BIKEVIN BIN AXÊ YANA JÎ EM Ê LI SER BIJÎN Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya jî ev peyam şand: “Beriya pêvajoya binçavkirinên li Wanê gelek kesan got ji welat derkeve. Ez naçim. An em ê bikevin bin axê yana jî em ê li ser bijîn. Lê tucaran ne hizirîm ku ji welat biçim. Rewşa welat çibe em jî ewin. Ez bawer dikim ku dê ev êş bi dawî bibin.”