Waliyê Îzmîrê: Polîs û mubaşîrek jiyana xwe ji dest dan 2017-01-05 18:38:33 ÎZMÎR - Waliyê Îzmîrê Erol Ayyildiz ê têkildarî teqînê daxuyanî da got, polîsek û xebatkarekî edliyeyê jiyana xwe ji dest daye û 6 an jî 7 kes birîndar bûne. Têkildarî teqînê, yekem daxuyaniya fermî ji aliyê Waliyê Îzmîrê Erol Ayyildiz ve hat dayîn. Ayyildiz got, li ber edliyeyê dema polîsan xwestiye wesayîtekê rawestînin pevçûn derketiye û êrîşkarê di dema pevçûnê de reviyaye wesayît teqandiye. Ayyildiz dest nîşan kir ku, di teqînê de polîsekî û mubaşîrekî jiyana xwe ji dest daye û diyar kir ku, 6 an jî 7 kes jî birîndar bûne. Ayyildiz got, di pevçûnê de ji kesên teqîn pêk anîne 2 kes jiyana xwe ji dest dane û ragihand ku, 8 roket, 8 bombeyên destan û 2 keleşkof bi dest ketine. Ayyildiz diyar kir ku, wesayîta duyemîn a aîdî kesên hatine kuştin jî bi awayekî kontrolî hatiye teqandin. Walî Ayyildiz wiha got: "Li gor agahiyên bi dest ketine, em texmîn dikin kiryar PKK'yî ne. Piştî kes hatin tespîtkirin nirxandinek wiha hat kirin." Ayyildiz diyar kir ku, têkildarî teqînî ew tam nizanin kesê sêyem heye yan na û wiha axivî: "Bi îhtimala ku dê li cihekî din jî çalakî pêk bê, em bi awayekî teyakkûzî tevdigerin."