Ataturk çû, Erdogan hat 2017-01-06 09:17:02 ENQERE -Di ajandaya îsal a "TBMM 2017" a ji aliyê Serokatiya TBMM'ê ve li burokratên Meclîsê û nûçegîhanên parlementoyê tê belavkirin de, cara ewil e ku Serokomar Erdogan jî tê de cih digire. Ji dêvla portreyê Ataturk ên di ajandayên berê de cih digirtin; wêneyê Ataturk ê dema dua dike cih girt. Di ajandayê de tişta balê dikêşe yek jê ew e ku, wêneyê Ataturk li gel portreyên Erdogan û Kahraman biçûktir e û her wiha di ajandayê de, têkildarî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê beşek taybet a 4 rûpelî hatiye veqetandin. Ajandaya ku her sal tê amadekirin û ji aliyê Serokatiya TBMM'ê ve li xebatkarên Meclîsê û nûçegîhanên parlementoyê tê belavkirin, li gor salên din di ya îsal de hin guherîn hatin kirin. Ji dêvla portreyê Ataturk ên di ajandayên berê de , di ya îsal de wêneyekî wê yê reş û spî û dema dia dike cih girt. Piştî wêneyê Ataturk, di ajandaya 2017'an de cara ewil e ku wêneyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî cih digire. Piştî wêneyê Erdogan, portreya Serokê TBMM'ê Îsmaîl kahraman cih digire. Di ajandayê de tişta balê dikêşe yek jê ew e ku, wêneyê Ataturk li gel portreyên Erdogan û Kahraman biçûktir e. Di ajadayên salên çûyî de, der barê hin rojên taybet de tu wêne cih nedigirtin; lê di ajandaya ji bo 2017'an hat amadekirin de têkildarî hin rojên taybet de wêne cih digirin. TÊKILDARÎ 15'Ê TÎRMEHÊ SÊWIRANDINEKE TAYBET Di ajandaya 2017'an de têkildarî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê beşek taybet a 4 rûpelî hatiye veqetandin. Li gel wêneyên ku dema TBMM hatiye bombekirin û wêneyên hin qadên texrîbûyî yên Meclîsê, wêneyên kesên di heldana derbeyê de jiyana xwe ji dest dane jî rûpelek hatiye veqetandin. Her wiha lîsteyeke têkildarî parlementerên ku di şeva helwdana derbeyê de li Meclîsê bûn jî cih digire. Di lîsteyê de bi giştî navê 106 parlemnteran heye. KKTC TUNE , KIBRIS HEYE Di ajandayê de, nexşeyên cîhan, Ewropa, Afrîka, Amerîkaya Bakur, Amerîkaya Başûr, Avûstûralya, Asya, Asyaya Rojhilata Başûr, Balkan û DYA'yê cih digirin. Ji nexşeyên li dawiya ajandayê cih digirin, di nexşeyên Cîhan û Rojhilata Navîn de ji dêvla KKTC'ê tenê Kibris hatiye nivîsandin.