Dema mirov karker be... 2017-01-06 09:18:23 AMED - Di demsala zivistanê de yek ji mehên herî bi sir û seqem derbas dibe meha çile ye. Li Amedê li gel hewaya bi sir û seqem jî karker ji neçarî dixebitin û debara malbatên xwe dikin. Karkerên li Hala Fêkî û Sebzeyan dixebitin bi kedeke mezin kar dikin û destê wan ji serê sibê heta êvarê di nav avê de ye û pincarê dişon. Karker di nav rojê de kêliyekê di nav ava leganê de pincarê dişon û kêliyek jî li ber sobeya êzingan destên xwe yî diqerisin germ dikin. Wêne: Bîlal Guldem