Keleha Caberê ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin 2017-01-06 10:30:06 REQA - Keleha Caberê ya ku yekem warê Tirba Suleyman Şah e bi operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Keleha Caberê ya ku yekem warê Tirba Suleyman Şah a li ser axa Sûriyeyê ye ku ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyekî dîrokî ye bi operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Li kelehê gorên leşker û Suleyman Şah ê bavê Ertugrul Gazî yê kalê Osman Gaziyê damezirenêre Împaratoriya Osmaniyan e heye, di dema dagirkeriya Fransayê ya 1921-1973'an de wekî axa tirkan hate qebûlkirin. Keleh li aliyê çepê yê çemê Firatê ye û 5 kîlometre durî navçeya Tabka ya Reqayê ye. Piştre li ser îhtîmala ku tirb di bin Gola Bendav a Tabkayê de bimîne birin gundê Qereqozaxê û ala tirk di 1973'yan de hat daxistin û li muştemîlata Qereqozaxê ya nû hatibû hiştin. Bi dagirkirina DAIŞ'ê re tirba li Qereqozaxê vê carê bi korîdora ku YPG'ê vekir bi operasyona Hêzên Çekdan ên Tirk (TSK) ve anîbûn gundê Aşmê ya ya Kobanê. KELEHA DUYEMÎN A QSD'Ê Keleha ku beriya şerênavxweyî ya Sûriyeyê dest pê bike di bin kontrola rejîmê de bû di 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin. Bi operasyona ku QSD'ê ji bo rizgarkirina Reqayê da destpêkirin a "Xezaba Firatê" ve piştî azadkirina zêdetirî 100 gundan Keleya Caberê jî kete destê hêzên Federasyona Sûriyeya Bakur. Keleh, piştî rizgarkirina Keleha Necm ê ya li Minbicê bû duyemîn keleha ku li Sûriyeyê hatiye rizgarkirin. LI KELEQÊ PAQIJÎ DIDOME Hêzên QSD'ê yên ku ji bo rizgirkarina keleyê hêzên QSD'ê ji gundên Rojhilat û Rojava yên Caberê li dijî DAIŞ'ê şer kirin, li van deran gelek DAIŞ'î hati kuştin, gelek jî teslîm girtin. DAIŞ'iyên ku hewl dan bi wesayîtên bombebarkirî encamê bigirin li pey xwe gelek cebilşane hiştin. Herî dawî li keleha ku hate rizgarkirin QSD mayinan paqij dike. KELEH KET Ji fermandarên eniyê Kendal Bexdîk ê ku operasyona rizgarkirina Kelehê Caberê vegot diyar kir ku piştî operasyonên rizgarkirina gundan û şerên dijwar bi dest xistine û keleha ku di navbera herdu gundan de ye bi vî rengî hatiye rizgarkirin. Bexdîk da zanîn ku ligel ku DAIŞ'ê li kelehê li ber xwe da jî encam negirtiye û wiha got: "Em ê paş ve gav neavêjin. Em ê her roj pêş de biçin. Bedel çi dibe bila be me gotibû em ê kelehê rizgar bikin. Me şehîd dabe jî keleh rizgar kir. Banga me ji bo gelê herêmê heye, Bi taybetî jî dema em berê xwe didin çeteyan bila bihistiyar bin. Em ê wan ji feraseta dijminê mirovahiyê ye rizgar bikin." Nazim Daştan - dîhaber