Qeymeqam wekî Qeyûm tayînî Şaredariya Mahsertê kirin 2017-01-06 11:08:35 MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku Wezareta Karên Hundir Qeymeqamê Mahsertê Erol Korkmaz wekî qeyûm tayînî şaredariya Mahsertê kirin. Hat diyar kirin ku Wezareta Karên Hundir, piştî şaredarê navçeya Mahsertê Suleyman Tekin di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Navçeyê de hat girtin, Qeymeqam Erol Korkmaz wekî qeyûm tayînî şaredariyê kir. Piştî tayînkirina qeymeqam ji bo şaredariya Mahsertê, tîmên Midûriyeta Şaxa TEM'ê a Midûriyeta Navçeyê li avahiya şaredariyê lêgerîn kirin. Hat zanîn ku di dema lêgerînê polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin. EWIL HEVŞAREDAR GIRTIN PIŞTRE QEYÛM TAYÎN KIRIN Hevşaredar Suleyman Tekîn û xebatkarên şaredariyê Hakki E., Sercan G. û Mehmet B. ên di 27'ê kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û di 5'ê Çile de hatin girtin. 4 kes bi îdiaya êrîşa 23'yê hezîrana 2016'an a li dijî Fermandariya Cendirmeyan a Mahsertê hatin binçavkirin, piştî karên îfadedayîna li Muduriyeta Polîsan a Mahsertê, sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê hatin kirin. Tekîn û xebatkarên şaredariyê bi îdiaya "Endamê rêxistinê" hatin girtin. Piştî hevşaredar hat girtin qeyûm tayînî şaredariyê kirin.