Got 'Ez nabim karmendê şer' û îstîfa kir 2017-01-06 14:36:40 AMED - Ekolojîst û redkarê wîcdanî Sergen Sucu, got “Ez nabim karmend û organîsazyonê hawara şer" û ji Midûriyeta Perwerdehiya Bajar a Amedê îstîfa kir. Redkarê wîcdanî û ekolojîst Sergen Sucu, ku di sala 2015'an de reda wîcdanî aşkere kiribû, li dijî şerê pêş dikeve got: "Ez nabim karmend û organîzasyonê hawara şer" û ji Midûriyeta Perwerdehiya Bajar a Amedê îstîfa kir. Sucu, ku ji bo parastina xweza û derdorê têdikoşe ji dihaberê re axivî. ‘EZ NABIM KARMENDÊ QÊRÎNA ŞER' Sucu, bi gotina “Ez nabim karmendê qêrîn û organîsazyona şer" bertekên xwe yên li hemberî şer anî ziman û wiha got: "Li Tirkiye şer pêl bi pêl mezin dibe. Mirov di vî şerî de tên kuştin. Di vê pêvajoya şer de karmendên ku perwerdehiya zimanê zikmakî, laik, zanistî, demkoratîk a bê pere xwestin û aştî parastin, ji karê xwe hatin îhrackirin. Wekîl û hevşaredarên hatine hilbijartin û tên girtin. Qeyûm tê dayinkirin. Hemû kesên heqîqetê dinivîsîn û tînin ziman tên girtin û li girtîgehê rastî gef û zextan tên. Hemû mafê zagonî, civakî, demokratîk û rewa di bin navê OHAL û biryarên KHK'ê tên astengkirin. Înternet tê sansurkirin. Daxwazên bawerî, zayendî û siyasî nayên qebûlkirin. Jiyana yek tîp li kesan tê ferzkirin." ‘EZ KARMENDIYA MIRINÊ DIPARÊZE RED DIKIM' Sûcu destnîşan kir ku her roj bi dehan zarok û jin ji ber şerê heyî tên kuştin û rastî derstdirêjî û îstîsmarê tên. Sucu, anî ziman ku her roj li kolanan mirov tên kuştin û li çar aliyê welat ji ber êrîşên bombeyên zindî ewlehiya mirovan nemaye. Di vê pêvajoyê de tê xwestin ku em bêdeng bimînin û heqîqet tê sansurkirin. Qedexekirin û sankurkirina vê demê pir bi wate ye. Karmendiya dewletdê ya ku di şer, kuştin, xerabî û desthilatdariya bin destê dîktatoriyê de pêş dikeve tê wateya şirîkatiya heman polîtîkayê. Ez êdî naxwazim bibim şirîkê şer û mirênê. Naxwazim bibim şirîkê hişmendiya erka ku polîtîkaya şer pêş dixe. Ez şer û mirinê red dikim û ez têkoşîna ji bo aştî û xwezayê wekî deynê jiyanê dibînim. Ji ber daxwaza karmendên cemaweriyê ya aştî û parastina xwezayê ger ku tên îxrackirin ez vê karmendiyê red dikim û parastina jiyana komînal dikim." ‘EZ XWE JI ZINCÎRA DEWLETÊ RIZGAR DIKIM' Sucu, bal kişand ser modela ekolojîk, demokratik azadiya zayendî û wiha got: “Em naxwazin êdî bibin mija militarizma ku şer pêş dixe û derdorê kor dike. Divê êdî em ji dewleta ku mirov û xwezayê tune dihesibîne û bi feraseta dewlet-netew êrîşî jiyanê dike tiştekî napên. Divê em ji bo jiyana aştî, ekolojik zayenda demokratîk û azadîparêz, dest û zendê xwe vemalin. Ez di vê pêvajoyê de zincîra xwe ji dewleta ku ji navikê ve girêdayî me qut dikim. Ji bo aştî û jiyanek azd ezê têbikoşim. Bila bê zanîn ku heta heta em tirsa nava xwe teslim negirin dê mirin li derdora me belav bibe û zilm pêş bikeve. Wekî dilê zarokeki ku azad davêje, rêya azadiyê ne bendewarî û xwestina jiyana azad û aştiyê, ji bo aştî û azadiyê têkoşîna bi biryar e. Bijî aştî û jiyana wekhev û adîl. Bijî azadiya me." Sucu herî dawî destnîşan kir ku dê ji niha û şûnde ji bo aştî, demokrasî, azadî û parastina ekolojiyê têbikoşe û di xizmeta parastina ekolojiyê de be. Sucu, da zanîn ku tu kes milkê taybet ê dewletê ye û dê nebe şirîkê şirtetên taybet ên mêtîngeriyê.