Êzidiyên şandin Midyadê rastî lêgerîna hur hatin 2017-01-06 16:44:57 MÊRDÎN - Bi fermana Qeyûm Mehmet Guzel ê ku tayînî şaredariya Yenîşehîrê hatiye kirin Êzidiyên li Kampa Fîdanlikê hatin derxistin, hat diyarkirin ku li ber deriyê kampa Mîdyatê bi saetan hatin hiştin û rastî lêgerîna hur hatine. Êzidiyên ku qeyûm Mehmet Guzel ê di meha Kanûnê de tayînî şaredariya Yenîşehîra Amedê hat kirin, ne xwest, ji Qada Fîdanlikê bi lez û bez derxistin û şandibûn Kampa AFAD’ê ya li Mîdyada Mêrdînê ye. Êzidiyên ku 2 saetan li ber deriyê kampê hatin rawestandin, piştî rastî lêgerîna hur hatin destûr dan ku bikevin kampê. Bi vê re sînorda ne man û sobe, xalî, bataniye, qazanên serşûkê û amûrên xawrinê yên Êzidiyan bi xwe re birin, bi fermana rayedarên kampê ji aliyê leşkeran ve ne hiştin bikevin kampê. Amûrên ku nehiştin bikevin kampê, li derveyî kampê hatin hiştin. Hat îdîakirin ku rayedarekê li kampa AFAD’ê bi gotinên “Ev der ne wekî cihê hûn jê hatine, dîsîplîna li vir cuda ye û quralên me hene. Yên ku pirsgirêkan derxîne dê bên derxistin” gef li Êzidiyan xwar. Hat diyarkirin ku piştî gotinên rayedarê AFAD’ê Êzidî li konên ku li ser axê hatine vedan hatin bicihkirin.