Îdîaya 'Polîsan tevî şêniyên malê agir berda xanî' 2016-11-18 12:15:29 WAN - Li navçeya Erdîşa Wanê hat îdîakirin ku polîs û leşkeran bi ser mala Ahmet Ataman de girt û li gel ku şêniyên malê Ahmet Ataman û Hediye Ataman di malê de bûn, xanî dan ber agir û şewitandin. Li gundê Eganîsê yê Erdîşa Wanê polîs û leşkeran bi ser mala Ahmet Ataman de girt. Leşker û polîsan di serdegirtina mala Ahmet Ataman de dema Ahmet Ataman û hevsera wî Hediye Ataman di malê de bûn xanî dan ber agir. Birayê Ahmet Ataman Nurettin Ataman, diyar kir ku serê sibê bi kepçeyan cenazeyê Hediye Ataman ê şewitî ji bin dîwarên xanî derxistiye. Nûrettîn Ataman, anî ziman ku polîs û leşkeran saet di 03.00'an de bi ser malê de girtin û bi îdîaya “Di malde PKK’î heye" li ser xanî gule reşandin û wih agot: "Dema li ser xanî gule reşandin birayê min Ahmet Ataman hat cihê bûyerê û bertekên xwe nîşan dan. Polîs û leşkeran xizmên me Halit Ataman, Omer Ataman, Suphi Ataman û Kamuran Yigit darp kirin û binçav kirin. Piştî xanî şewitandin em serê sibê hatin û me bi kepçeyan cenazeyê hevsera birayê min Hediye Ataman ji bin engazê derxist. Polîsan birayê min Ahmet jî birin ku em nizanin. Em agahiyê ji rewşa birayê xwe nagirin.