Rojnamegerên ev 13 rojin di bin çavan de ne: Em dest ji riya xwe bernadin 2017-01-06 17:47:58 STENBOL - Rojnameger Omer Çelîk û Metîn Yoksu yên ku ev 13 rojin li Misdûryeta Polîsan a Stenbolê di bin çavan de ne peyam şandin û wiha gotin: “Ligel gefên dîwarên sar ên girtîgehê em dest ji hewlesta xweya bi israr û bi biryar bernadin.” Rojnamegerên ku di çarçoveya operasyona binçavkirinê ya li navenda Stenbolê hatin binçavkirin û ev 13 rojin li Midûryeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin, hêjî îfadeyên wan ne hatine girtin û nayê zanîn ku dê kengê sewqî dadgehê bên kirin. Di dosyaya ku biryara veşartî jêre hatiye dayîn de, hinceta sûcdariyên li dijî rojnamegeran parvekirinên wan hatin nîşandan û Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku hatiye girtin Omer Çelîk û nûçegihanê DÎHA’yê Metîn Yoksu bi riya parêzerên xwe peyamek şandin. 'EM DEST JÊ BERNADIN’ Rojnameger Omer Çelîk diyar kir ku tendirûstî moralê wan başe û wiha got: “Me dizanî riya pêşiyên me ku em niha li ser dimeşin dê îktîdarê nerihet bike lê ligel vê em di vê mijarê de bi israr û bi biryarin. Ligel gefên dîwarên sar ên girtîgehê em dest ji hewlesta xweya bi israr û bi biryar bernadin.” Rojnameger Metîn Yoksu jî wiha got: “Em dizanin ku ev 13 rojin bi awayekî bêhiqûqî li vir tên ragirtin. Sedema me ya li vir ne tenê rojnamegeriye, dixwazin zextan li ser çapemeniyê ava bikin. Lê em li gorî pîvanên çapemeniya azad tevdigerin, ji bo leke nexin mîrasê Apê Mûsa serî natewînin. Bila baş bizanin ku dê nikaribin serê me bitewînin.”