Qeyûm tayînî şaredariya Tatosê hat kirin 2017-01-06 18:19:56 ERZIROM - Qeyûm tayînî şaredariya DBP’ê ya Tatosê hat kirin. Qeymeqam Kemal Karahan wekî qeyûn tayînî şaredariya navçeya Tatosa Erziromê ya DBP’î hat kirin. Avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û piştî lêgerîna di avahiyê de hat ragihandin ku qeyûm hatiye tayînkirin. Li Erziromê beriya niha qeyûm tayînî şaredariyên Xinûs, Qereyazi û Qereçobanê hatibûn kirin.