Rojnameger Keleş rastî êrîşê hat 2017-01-06 20:16:54 ERZIROM - Nûçegîhanê DÎHA ya bi biryara KHK'ê hat girtin û rojnameger Selman Keleş li Zanîngeha Ataturkê ku lê xwendekar e rastî êrîşa komekê hat. Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi biryara KHK'ê hat girtin û rojnameger Selman Keleş li Zanîngeha Ataturkê ku lê xwendekar e rastî êrîşa koma ku ji 20 kesan pêk tê hat. Keleş ku rastî êrîşê hat diyar kir ku ewlehiya taybet a li pêş fakulteyê çavê xwe ji êrîşkaran re girt û rastî lêdanê hatiye. Keleş ku rastî êrîşê û lêdanê hat piştre çû li Serdozgeriya Komarê ya Erziromê der barê koma êrîşkar de gilî kir. Hat zanîn ku kesên êrîşkar ne xwendekar in û karta xwendekaran bi kar anîne û derbasî fakultê bûne.