Li dijî noqteya polîsan êrîş pêk hat 2017-01-06 21:10:26 AMED - Li dijî noqteya polîsan a li nêzî avahiya AKP'a Amedê êrîşek pêk hat. Li Amedê, li dijî noqteya polîsan a li nêzî avahiya AKP'a Amedê bi bombeya dengî êrîşek pêk hat. Piştî teqînê, li ser hev dengê çekan bilind bû. Ambulans û wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Her wiha welatiyên di rê de diçin jî, rastî venêrîna GBT'ê tên.