Sebahat Tuncel di hucreya yek kesî de tê girtin 2016-11-18 12:35:48 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel 13 rojin di hucreya yek kesî de tê girtin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sebahat Tuncel ku 6'ê mijdarê de dema girtina hevserokên HDP'ê şermezar dikir hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Silivrî 13 rojin di yek hucreyê de tê girtin. Parêzer Şivan Cemil Ozen ku bi muwekîla xwe Tuncel re hevdîtin kir, diyar kir ku Tuncel ji roja hatiye girtin heta niha di hucreya yek kesî tê tê girtin. Ozen, anî ziman ku pirtûk, cilên Tuncel nadin wê û rêveberiya girtîgehê li ser Tuncel tundiya pêk tîne.