Hemû alavên girtiyan desteser kirin 2017-01-07 09:19:28 MÊRDÎN - Gardiyan û leşkerên ku li kawîşên girtiyan ên Girtîgegeha Tîpa E ya Mêrdînê lêgerîn kirin hemû alav û amûrên girtiyan ên taybet desteser kirin. Li girtîgehan bi destpêka OHAL'ê re zext û zordariyên li ser girtiyan zêde bûn. Girtî hevdîtinên bi parêzeran re di bin qeydan de dikin û gelek caran parêzer nikarin bi girtiyan re hevdîtin bikin. Mafê girtiyan ên rojname, name, telefon, ziyaretên bi xizman re tên astengkirin. Gelek girtî rastî cezayên hucreyê û dîsîplînê tên. Li Mêrdînê leşker û gardiyanan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi ser kawişên girtiyên siyasî de girt û lêgerin pêk anîn. Xizmên girtiyan ên Girtîgeha Mêrdînê diyar kirin ku di hefteya dawî ya 2016'an de leşker û gardiyanan bi ser kawîşên girtiyan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Xizmên girtiyan anîn ziman ku gelek gardiyan û leşkeran bi saetan li odeyên girtiyan lêgerîn pêk anîn û di lêgerînê de alav û amûrên taybet ên girtiyan desteser kirin. Xizmên girtiyan, anîn ziman ku leşkeran hemû pirtûk, pênûs û lênûskên girtiyan desteker kirin û neheqî li wan kirin û derketin. Xizmên girtiyan ji hemû parazvanên mafên mirovan û cemaweriyê xwest ku hestiyar tev bigerin.