Bi KHK’ya nû Gergerlîoglu jî hat îxraçkirin 2017-01-07 09:59:04 STENBOL - Bi KHK’ya nû Serokê MAZLUMDER’ê yê berê Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu jî ji peywira xwe hat îxraçkirin. Gergerlîoglu, diyar kir ku wekî hekîm û aktîvîstekî aştiyê sekna û meşa wî ya ji bo jiyan, jiyandin û parastina mafê mirovan didome û dê bidome. Bi 3 biryarnameyên nû yên bi hejmar 679, 680 û 681 ên KHK’ê gelek xeabtkarên cemarewirê ji peywirên xwe hatin îxraçkirin. Serokê Komeleya Piştevaniya ji bo Mzalûman û Mafê Mirovan (MAZLUMDER) yê berê Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu ku beriya niha ji ber peyamek aştiyê da ji peywirê hatibû durxistin ji pwywirê hat îxraçkirin. Gergerlîoglu ku li ser hesaba xwe ya Twîtterê aşkera kir ku hatiye îxraçkirin di sîteya xwe ya girseyî de daxuyaniyek wiha da: “Derbarê îxraçkirina min a ji memûrtiya dewletê de Ji raya giştî re, Bi KHK’ya dawî ji memûrtiya dewletê hatime îxraçkirin. Sûcê min jî xwestina aştî, wekhevî, dad û dayîna têkoşîna mafane. Di nava dema ez ji peywirê hatim durxistin de tişta min dizanî mafa min got, ezê niha jî û piştre jî bêjim. Ji ber ku pêwîstiya hemû nasnameyên li ser vê axê bi kesên banga dadê dikin heye. Piştî şeytanê ku hebûna xwe li ser hemû tiştî dibîne di cîhana me de gelek tişt hatine guhertin. Mirovên nû li şuna dadê zilmê, li şuna aştiyê şer dihilbijêrin. Kesên ji vê yekê re dibêjin ‘bese’ di hemû demên dîrokê de her çiqas rastî astengiyên hêzdaran bên jî ronahiya rastiyê ne temirandine. Li dijî kesên nijatperestiyê dikin Hz. Musa biheq derketiye, Galîle ku got ‘hûn ji bêjin bibêjin û hûn çi bikin bikin cîhan dizivire’ serketine, kesên xwestin wan asteng bikin winda kirin. Bizanin ku kesên ku xwedî li nirxên gerdunî derdikeve têknaçe. Oldarên ku wekî tiştek çênebûye bi keyfxweşî li derdorê digerin bila bizanin ku dê roja hesab pirsînê ya xwediyê hêzê bê...! Jiyana cîhanî û xweşiyên wê derbas darin. Wekî hekîm û aktîvîstekî aştiyê sekna û meşa min ya ji bo jiyan, jiyandin û parastina mafê mirovan didome û dê bidome. Berpirsyariya min a ji bo civakê tu biryar nikarin pêşiya wê bigirin. Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu”