Serokê VR-DER'ê Soysal: Leşker li rêya firarê digerin 2017-01-07 11:18:07 ÎZMÎR - Hevserokê Komeleya Reda Wîcdanî ya Stenbolê Gokhan Soysal, diyar kir ku êrîşên li Tirkiye zêde dibin sedena "neçûna leşkeriyê ye" û wiha got: "Piştî hewldana darbeya leşkerî, gelek leşkeran serî li komeleyê dan. Leşker ketine nava lêgerîna firarê. Leşker pirsa 'Ger ku em neçin leşkeriyê dê çi bê serê me" dipirsin. Hevserokê Komeleya Reda Wîcdanî (VR-DER) yê Stenbolê Gokhan Soysal, diyar kir ku piştî hewldana darbeya leşkerî, zext, tundî, pevçûn û êrîş zêde bûne. Soysal, anî ziman ku di çareseriya pirsgirêka kurd de hevî kêm bûne. Soysal, anî ziman ku polîtîkaya hikûmetê ya nijadperestî û militarismê destûr nadin ku li aştiya civakî xwedî derkevin û wiha got: "Şer ne çareserî ye. Pirsgirêkê bêtir kûr dike. Êrîşên dawî yên sedema neçûna leşkeriyê ye. Di êrîşên berê de di hemû bernameyan de pirsên "Çima îstîxbaratê ev yek asteng nekir. Lê di êrîşa Îzmirê de ev niqaşa îstîxbaratê nehat kirin. Ji ber ku êdî mirov difikirin ku ev êrîş nayên astengkirin. Ev nişan dide ku civak êdî fêrî êrîşê bûye. Ev êrîş sedeme ku ciwan neçin leşkeriyê." RÊYÊN DEMOKRATIK HATIN GIRTIN Soysal, da zanîn ku kesên daxwaza aştî û çareseriyê dikin wekî “Terorist” tên îlankirin û wiha got: "Girtina kesên aştiyê dixwaze nêzîkatiyek pir şaş û talûke ye. Rêya demokratîk û çareseriyê li pêş mirovan tê girtin. Dewlet mirovan teşwîkî çekan û tundiyê dike. Serokomar Recep Tayip Erdogan dibêje “Rêveberê vî welatî ji her tiştên welêt berpirsiyar in. LEŞKER DI LÊGERÎNA FIRARÊ DE NE Soysal, destnîşan kir ku êrîşên li Tirkiye zêde dibin sedena "neçûna leşkeriyê ye" û wiha got: "Piştî hewldana darbeya leşkerî, gelek leşkeran serî li komeleyê dan. Leşker ketine nava lêgerîna firarê. Leşker pirsa 'Ger ku em neçin leşkeriyê dê çi bê serê me" dipirsin. 2 leşker ji aliyê DAIŞ'ê ve bi awayekî hovane hatin şewitandin. Lê di civakê de tu bersîva vê yekê nehat dayîn. Bersîva vê yekê neçûna leşkeriyê ye. Yên li leşkeriyê bi fikar in. Dibêjin gelo dê çi bê serê me. NEÇIN LEŞKERIYÊ Soyyal, da zanîn ku wekî VR-DER'ê li diji polîtîkayên şer in û ji bo aştiyê li rêyên çareseriyê digerin. Soysal, anî ziman ew her dem di lêgerina vê yekê dene û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Divê berî her tiştî em çekên di destê xwe de dînin. Komkujiya li Kurdistanê îro sedem e ku em bibin redkarên wîcdanî. Divê di her civakê de qerîn û hawara aştiyê bilind bibe. Li dijî vî şerê heyî di civakê de bersîva herî muhîm reda wîcdanîy e. Ji bo mirov li dijî yer derkeve divê reda wîcdanî aşkere bike. Ji ber vê yekê em bang li ciwanan dikin ku neçin leşkeriyê.