Hevşaredarê girtî Giresun: Em bi kamerayan tên tacizkirin 2017-01-07 11:31:14 RIHA - Hevşaredara Hezexê Nevin Oyman Giresun ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye, diyar kir ku kamera li hemberî serşok û tuwaletan hatine bicih kirin û bi kamerayan tên tacîzkirin. Hevşaredara Hezexê ya Şirnexê Nevîn Oyman Giresûn a di 24'ê Tebaxa 2016'an de hat girtin û û di 20'ê Îlonê de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peyvirê hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye, binpêkirina mafan ên li girtîgehê bi raya giştî re parve kir. LI HER DERÊ KAMERA HEYE Giresûn, bi riya malparê diyar kir ku li girtîgehê ava germ li girtiyan nayê belav kirin û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê li gelek deverên girtîgehê kamera bi cih kirine. Bi taybetî li hemberî tuwalet û serşokan ên kawîcan kamera hatine bi cih kirin. Em bi awayekî fermî tên tacîzkirin. Em êdî nikarin biçin tuwalet û serşokê. Rojnameyşan nadin me. Rojnameya Ozgurlukçü Demokrasi û Rojnameya Rojeva Medya nadin me. Dema em van rojnameyan dixwazin rêveberiya girtîgehê dibêjin 'Li bayîyan nayê firotin' Lê em baş zanin ku rojname li bayiyan tên firotin. Dîsa mafên girtiyan ên telefonê asteng dikin. Hefteyê rojekê mafê axaftinê heye. Hefteyê 10 deqîyeyan mafê telelefonê asteng dikin. Li şûna hefteyê carekê em bi axivin ji 15 rojan carekê em dikarin 10 dk bi telefonê bi axivin.