Zextên li girtîgeha nû zêde ye 2017-01-07 09:01:40 SÊRT - Hat zanîn ku, li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ya ku nû hatiye vekirin, porê girtiyên siyasî li nimroyekê dixin, girtî li gor rengên cuda tên senifandin, dema hevdîtina wan daxistine 15 deqîqeyan û rastî îşkenceya fîzîkî tên. Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ya ku meha çûyî hat vekirin, hat derpêşkirin ku girtiyên ji girtîgehên cuda sewqî wê tên rastî sepandinên giran din. Li Sêrtê 6 girtiyên siyasî yên di dîrokê cuda de hatine girtin jî, ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatinbûn kirin. Girtiyên bi navê Mehemt Aşkara (27) û Refîk Kaçar (28) bi rêya malbatên xwe ragihandin ku, bi OHAL'ê re li girtîgehan binpêkirina mafan û çewisandin zêde bûne. DEMA HEVDÎTINÊ JI 45 DEQÎQEYAN DAXISTIN 15 DEQÎQEYÎ Birayê Mehemt Aşkara ê 8 meh e girtîye, Omer Aşkara got, di dema hevdîtinê de ew bi xwe bûye şahidê binpêkirina maan. Aşkara ragihand ku, dema hevdîtinê ji 45 deqîqeyan daxistin 30 deqîqeyî û ji vê demê bi qasî 15 deqîqeyan jî bi awayekî kêfî tên rawestandin û anî ziman ku, ji ber vê yekê wî tenê 15 deqîqeyan bi birayê xwe re hevdîtin pêk aniye. Aşkara wiha got: "Kincên min ji birayê xwe Mehmet re birin wernegirtin. Îdare form nîşanî me da. Di vê formê de eşyayê ku girtî dikarin bigirin nivîsandî bûn. Li gor form, 2 mont û qazaxek dane birê min. Halbûkî birayê min got, tu eşya nedane wan û ji xwe li ser wî tu mont jî tune bû." ‘PORÊ WAN TÊ JÊKIRIN, RASTÎ LÊGERÎNA TAZÎ TÊN' Aşkara îşkenceyê ku birayê wî ragihandin vegot û balê kişand, ser polîtîkaya sirgûnû ya li girtîgehan. Aşkara wiha vegot: "Birayê min ji me re got, berber tune ye. Xwestine porê xwe jê bikin, lê belê îdareya girtîgehê şert daye ber wan. 'Dê her kes derkeve korîdorê û porê xwe li nimroyekê xwe.' Dema girtî ev qebûl nekirina, rastî şideta fizîkî hatine. Dema wan ji vir birine hatine derbkirin û tim rastî lêgerîna tazî hatine. Di nîzama leşkerî de hejmariyê dikin. Dema girtî qebûl nakin, rastî îşkenceya fizîkî tên. Di dema hevdîtinê de, ji girtiyan min Vahdettîn Erdemcî dît, tiliya wî di nav xwînê de mabû." XIZMÊN SIRGÛNKIRIYAN BI TAYBETÎ HATIN RAWESTANDIN Aşkara diyar kir ku, dema ew ji bo hevdîtinê diçin, ew wek xizmên girtiyên hatine sewqkirin rastî muameleyek ciyawaz tên ûû bi taybetî tên rawestandin û wiha ragihand: "Qertên dane malbatên 6 girtiyên hatine sirgûn kirin benikên wan sor in û yên girtiyên din tirincî ne. Pêşî me ferq nekir. Lê belê dem agardiyanan got, 'bila yên sor bisekinin, yên tirincî derbas bibin' me fêm kir ku em rastî muameleyek cuda tên. Pêşanî dan yê tirincî û bi awayekî kêfî em 15 deqîqeyan dan rawestandin. Ji xwe qabîna hevdîtinê ya tirinciyan jî cuda ye, ya ên sor cuda ye." ‘GARDIYAN JI OCAXÊN OSMANLIYÊ ANÎN' Aşkara ragihand ku, birayê wî gotiye gardiyan ji Ocaxên Osmanliyê anîne û anî ziman ku, ew gardiyan zaf ciwan, agresîf û êrîşkar in. Aşkara wiha got: "Ji ber montê birayê min tune bû, min xwest montê xwe bidimê. Gardiyanê li wir bi ser min de qîriya û bi ser min de hat. Min tenê xwestibû montê xwe bidimê. Gardiyan got, rayeya wî ya ku dikarê min ji vir derxîne heye." GIRTÎ BI ENDÎŞE NE Agît Kaçar ê çû hevdîtina kurê xwe Refîk Kaçar jî anî girtî ji ewlehiya canê xwe bi endîşe ne û wiha bertek nîşan da: "Ji bo zarokên me li vir kantîn jî tune ye. Malzemeyên paqijiyê jî tune ne. Eşyayên em tînin jî nadin wan. Li vir tevî kurê min, girtiyên din jî bi fikare ne."