UNÎVDER'ê bertek nîşanî îxraçkirina akademîsyenan da 2017-01-07 13:45:52 STENBOL - Derbarê îxraçkirina 312 akademîsyenên bi KHK’ya nû hatin îxraçkirine de UNÎVDER’ê “hiqûq” anîn bîra YOK û hikûmetê. Komeleya Endamên Perwerdehiya Zanîngehê (UNÎVDER) bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî îxraçkirina 613 akademîsyenên bi KHK’a hêjmar 679 da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew îxraçkirina akademîsyenên ku aştî xwestine şermezar dikin û ev tişt hatin gotin: “Me dixwazin di demek kin de ji vê şaştiyê vegerin. Bi hinceta terora FETO ku tu eleqeya wê bi hiqûqê nîne akademîsyenên ku muxalif dibînin ji zanîngehan îxraç dikin, ev li dijî têgîna zanîngeh û nirxên zanistê ne. Tişta ku li zanîngehan nebe nabe azadiya akademîke. Îktîdara siyasî bi îxraçkirina akademîsyenan ji zanîngehan, ji bo îslma siyasî bixin meriyetê bi pêkanînên dijqanûnî dixwazin daebeyek mezin li zanîngehan bidin.” UNÎVDER di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt ragihandin: “Em bang li Saziya Perwerdehiya Bilin (YOK) û rayedarên hikûmetê dikin ku di çarçoveya hiqûqê de tevbigerin. Di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de tevbigerin û demek beriya demekê ji vê şaştiyê vegerin.”